Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li herêma Nevsûdê êrişî Ser Kolber û Kasibkarên Kurd hat kirin

14:57 - 1 Kanûna Paşîn 2013

Kurdistanmedia: hêzên Întzamî ên rejîma Îranê li dirêjîya zext û givaşan de, kel û pelên Kolber û Kasibkarên Kurd ên herêma Nevsûdê zevt kirin.

Ligor rapora malpera Kurdistanmedia, hêzên rejîma Îranê li sinûrê “Qelatga”a ser bi bajarê Nevsûdê dest bi ser kel û pelên Kolber û Kasbkarên Kurd da girtin û li encama teqeya hêzên rejîma Îranê çend ser Hesp û Qatirên wilatiyan hatin kuştin.

Her div ê derheqê de tirombêla wilatiyekî xelkê herêmê kevte ber destrêja hêzên Întzamî ên rejîma Îranê .

çend rojan beri niha jî li encama êrişa hêzên rejîma Îranê li gundê “ Bêjvê” a ser bi herêma “Alan” a bajarê Serdeştê bo ser Kolber û Kasibkarên Kurd, kel û pelên wan hatin zevt kirin.

xelkê gundê Bêjvê li hember ev karê hêzên rejîmê êrişî ser hêzên rejîmê kirin û kel û pelên xwe ji wan sitandin.