Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Îlamê 12 hezar bêkarên derçûya zankoyê hene

14:04 - 13 Tebax 2013

kurdistanmedia: Di parêzgeha Îlamê de li gor dûrdîmena 20 sale ku rejîma Îranê daniye, tu beşek berneketiye û roj bi rojê jî qasa bêkaran zêde dibe.


Her di vê pêwendiyê de nûnerê Îlamê li parlemana rejîmê de ragehandiye ku, 12 hezar bêkar di zankoya Îlamê de hene û heya niha nawendên pêwendîdar tu hewlek ji bo binbirkirinê nedane.
Li nava bajarên parêzgeha Îlamê, Melekşahî û Sîrwan zêdetirîn qasa hejarî û bêkarî û xizmetkirin heye û heya ji hebûna nexweşxane jî bêpar in.
Li parêzgeha Îlamê li ser vê ku zêde bêkarî heye, roj bi rojê jî nawendên karkirinê ber bi daxistinê diçin û di vê derheqê de zêdetir ji %40 karxaneyên parêzgeha Îlamê bi sedemên arîşeyên darayî û kêmxemiyên berpirsan hatine daxistin.
Li ser vê ku parêzgeha Îlamê di warê petrol de dewlemend e û berpirsên bajarê Îlamê soza dabînkirina kar didin, lê heya niha jî piraniya ciwanên bajarê Îlamê bêkar in.

Li gor amaranê vê dawiyê, Îlam li asta Îranê de xwediyê %11 gaz û %7 petrola xwezayî ye, û di rojê de zêdetir ji 160 hezar bermîl petrol di vê parêzgehê de tê berhemanîn.
Di payîza sala 1391’an de sê parêzgehên Îlam, Kirmaşan û kurdistan, zaftirîn qasa bêkariyê di asta Îranê de hebûye.
Li gorî Nawenda Amara Îranê, piştî parêzgeha Loristanê bi radeya (nirxa) %6.20’ê, her sê parêzgehên Kirmaşan, Îlam û Kurdistan zêdetirîn qasa bêkariyê li ser asta Îranê de hene.
Li gor vê raporê, radeya bêkariyê li parêzgeha Kirmanşah %8.18, parêzeha kurdistanê %6.15 û parêzgeha Îlamê %0.15 bû û piştî parêzgeha Loristanê zaftirîn bêkarî di van sê parêzgehên kurdakincî heye.