Alozbûna rewşa siyasî, rêveberî û pêregihîştin û gendeliya îdarî û zêdetirbûna pirsgirêkên din li Îranê, bûne sedem ku her berdewam kombûnên nerizayetî li cihên cuda yên Îranê de berdewam bin û roj bi rojê ev nerizayetî berfirehtir dibin.
Roja Çarşemî 14ê Nîsanê, xwenîşandan li çendîn bajarên Îranê de bi rê ve çûn, yek ji wan xwenîşandanan, nerizayetiya giştî ya dermansazan li derheq pirsgirêkên dermansazî, qurixkirina avakirina dermanxaneyên nû û heqdesta berpirsên teknîkî, di bajarên wekî Reşt, Meşhed, Îsfehan, Şîraz, Tehran û çendîn bajarên dinê de bi rê ve çûn.
Herwisa kombûn û xwenîşandanên seranserî yên malnişînkiriyan ku çendîn roj e, di çendîn bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê de bi rê ve diçin û berdewamin, li bajarên wekî Kirmaşan, Meşhed, Xurem Abad, Kerec, Erak, Qezwîn, Îlam, Yezd, Kirman, Tewrêz û bi taybet li bajarê Tehranê ber bi meclîsa rejîma Îranê ve xwenîşandaneke befireh ya nerizayetiyê lidar xistibûn.
Duruşma “em êdî deng nadin” yek ji wan duruşmên xwenîşanderan bû û herwisa wan xwenîşanderan ragihandine ku, heta daxwazên wan neyêne cibicîkirinê, xwenîşandan û kombûnên nerizayetî dê berdewam bin.
Herwisa kombûna maljidestdayê Bûrsê di hember saziya Bûrs û Belgeyên bihadar li bajarê Tehranê bi rê ve çû.