Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Îranê, mamosteyan ragihandine ku bi sedema guhnedana rejîmê derheq daxwazikariyên xwe ev dê dest bavêjin bi girevê

16:55 - 24 Kanûna Paşîn 2022

Li Îranê Yekîtiya Mamosteyan di doma nîşandana nerizayetiyên xwe yên derheq gelaleya birêve çûna rêzbendê, nedana heqdest û çendîn daxwazkariyên din ên wan, ji aliyê rejîma Îranê ve ku hatin pişt guh xistin, ragihandine ku di heyama hefteya bê de, bo heyama çend rojan ev dê dest bavêj bi grievê.

Herwisa Yekîtiya Pîşeyî a Mamosteyan behsa vê yekê kirine ku, daxwaziyên mamosteyan ji aliyê desthilatdarên rejîmê ve hatine pişt guh xistin û tev navendên desthilatdar ên rejîmê  ti îradeyekê derheq bersivdana  bi daxwaziyên mamosteyan nîşan nadin.

Şêwra Hevahengîkirina Mamosteyan ji tev mamosteyan daxwaz dike da ku, li rojên Şemî û Yekşemiya bê de wate rêkevta 9 heta 10`ê Rêbendanê, di xwendingehan de dest bavêjin bi girevê û herwisa di roja Duşemî rêkevta 11`ê Rêbendanê de jî, dê komcivînên seranserî yên nerizayetiyê lidar bixînin.

Herwisa ragandine di egera bê bersivmana daxwazkariyên wan de, ev dê roja 23`ê Rêbendanê heta 27`ê Rêbendanê girevê bigirin û roja 28`ê Rêbendanê jî, komcivîna seranserî li tev bajarên Îran û Kurdistanê de dê lidar bixînin.