Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Merîwanê rewş ewlehî ye

12:57 - 4 Çirriya pêşîn 2012

Kurdistanmedia: Li bajarê Merîwanê seba daketina nirxa Tûmen li hember pereyên din û giraniyê, mangirtinek di bazara wî bajarî de birêve çû û hêzên rejîmê jî ew bajar ewlehî kir.


Li gor nûçeyê gihîştî malpera Kurdiwstanamedia, rojek berî nerazîtiyên Tehranê, roja Sêşemî rejîma Îranê hêzek zêde aniye bajarê Merîwanê ji bo konterola egera her cure mangirtin û meşên nerazîtiyê, lê roja Çarşemî xelkê bazarî yê Merîwanê dest bi girevê kirin.
Bajarê Merîwanê di rewşek ewlehî de ye û hêzên ewlekariyê, Întizamî, Sipah, Erteş û Kirgirtî di nava bajar û gundên derdor de belav bûne û li gor çavkaniya vî nûçeyî, carna dengê gulleyên jî tê.
Guman tê kirin ku li Merîwanê meşek nerazîtiyê a xelkê seba giraniyê bihê lidarxistin.