Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Pîranşehrê kolberekî Kurd bi destê hêzên rejîmê hat kuştin + Wêne

16:09 - 20 Nîsan 2013

Kurdistanmedia: Kolberekî Kurd li devera sînoriyên Kurdistana Rojhelatê bi teqeya hêzên nîzamiyên rejîma Îslamiya Îranê canê xwe ji dest da.

Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, Îbrahîm Ezîzî xelkê gundê “Derbeke”a ser bi bajarê Pîranşerê li sînorê nîzîk bajarê Şino ê hat kuştin.

Îbrahîm Ezîzî temen 31 sal û xwediyê jin û zarok bû.

4454.jpg
Îbrahîm Ezîzî

Li gor amara tomarkirî li nawenda amara malpera Kurdistanmedia li dest pêka salê heya niha 11 kolberên Kurd bi teqeyên hêzên nîzamiyên rejîma Îslamiya Îranê hatine kuştin û birîndar kirin.
Kolberên Kurd ev kelûpelên ku li pişta xwe didin zor caran ji wan bilindtir û girantir e û bo veguhastinê jî tenê diraveke kêm weke heqdestî werdigirin ku bi zehmetî dike 20 hezar Tûmen.
Li gor mada 7’ê derheq bikaranîna çekê ji aliyê hêzên çekdar ên rejîma komara Îslamî a Îranê ve, pêştir dibe kesê sûçdar an gomankirî bê agadar kirin û eger bê encam bû li qonaxa duyem de teqeya esman bê kirin û eger teslîm nebû li navtenyê bo xwarê bêkirin û tenê li pêyan bê kiirn.