Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Rojava roj hilat

15:27 - 7 Tebax 2012

Li Rojava roj hilat

Ebdula Hicab


Bûyerên ku li Sûriyê diqewimin û tengasiya ku rêjîma Beşar Esed ketî nav, derfet ji bo gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê pêk anî ku li beşek ji cografiya xwe kontrola siyasî û ya birêveberiyê bigre destê xwe. Destbiser de girtina desthilatê li hin bajarên weke Efrîn, Amûdê, Dêrika Hemko, Serê Kaniyê, Kobanê û hin gund û bajarokên din ji bo gelê Kurd bi giştî û Kurdên Rojavayê Kurdistanê serkevtinek mezin bû. Dilxweşiya hê mezintir ev bû ku ev serkevtina mezin bi awayek şaristanî, dûr ji tundutîjî û bi riya serhildana medenî ve bi dest ket.

Piştî wê serkevtinê, her du eniyên siyasiye Kurd li Rojavaya Kuridstanê, Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Encumena Gel ya Rojavayê Kurdistanê bi pêşengiya Partiya Yêkîtiya Demokratîk (PYD) li ser banga serokê Herêma Kurdistanê, rêzdar Mesûd Barzanî li hev hatin ku hevbendiyek neteweyî ava bikin û di bin siya wê hevbendiyê de bi hev re tev bigerin. Encama wê lihevhatinê bû damezirandina Desteya Kurdî ya Bilind (DKB) ku ji 10 kesan (ji her alî 5 kes) pêk tê.

Yek ji aliyên pêkhînerê DKB, hevbendiya ENKS ji çendîn partî û rêkxistinên siyasiye Kurdî pêk tê ku pêwendiyên germ bi Partî Demokratî Kurdistan û heya qederkê jî bi Yêkîtî Niştîmanî re hene. Hin ji wan partiyan li aliyê manewî ve, girêdayî tevgera Kurd li Başûrê Kurdistanê û bi taybet PDKê ne. Lê her yek ji wan xwediyê programa xwe ya xweser e, û tenê aliyê wan yê hevbeş pilana wan ji bo çareser kirina pirsa Kurd li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê ye ku heya qederekê dişibe wê modela siyasî ku îrorojê li Başûrê Kurdistanê ava bûye.

Encumena Gel damezirawek nûavabûyî ye ku PYD’ê di pêvajoya xwebirêkxistin kirina piştî serhildana gelên Sûriyê li dijî rêjîma Beis ava kir. PYD di warê îdeolojîkî ve girêdayê rêbaza îdeolojîke Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) ye û serokê PKK, Abdullah Öcalan wekî rêberê xwe dihesibîne. Modela siyasiye li gor dilê PYD’ê, Xweseriya Demokratîk e ku dixwaze li her devera ku Kurd lê dijîn bi xwe, xwe birêve bibin bêy ku wê modela birêveberiyê bi yek ji şêweyên kilasîke çareser kirina pirsên neteweyî, weke Otonomî, Federalîzm an serxwebûnê ve girê bidin.

Hevbendiya navbera ENKS û PYD’ê û piştre jî avakirina Desteya Kurdî ya Bilind ji aliyê gelê Kurd ve bi germî hate pêşwazî kirin. Bi awayekê ku piştî ragehandina vê hevbendiyê, piraniya tevgerên siyasiye Kurdî li Rojavayê Kurdistanê di bin siya DKB’ê de birêve diçin û aliyên siyasî bi pirr rengiyek siyasî û yekdengiyek neteweyî bi hev re tev digerin. Ji dilxweşiya Kurdan zêdetir, di raya giştî de û li asta navneteweyî jî wê hevbendiyê giraniyek taybet da tevgera Kurd û ew weke faktorek xwedî bandor di bûyerên pêşeroje Sûriyê de xiste rojevê.

Di gel wan destkevtên bi nirx û pêşketinên ku gelê Kurd di eniya siyasî de heya niha bi dest xwe ve anî, hê zûye ku cejna serkevtina yekcariye gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê bê girtin. Ji aliyekê ve hê navenda giringe desthelatê anî Qamîşlo di destê rêjîma Esed de ye, li aliyek din ve carê kontrola xalên sînûr û navendên stratêjîke leşkerî di dest artêşa rêjîmê de maye. Bi wî awayî îhtimala vegera desthelata dîktator an guherîna Kurdistana ewle bo navenda şer û milmilaniya di navbera rêjîmê û dijberan de heye.

Li aliyek din ve, metirsiya li ser tevgera Kurd li Rojavayê Kurdistanê bi tenê gef û hêrişên dereke ji aliyê rêjîmê û opozisyona tevlihev ve, an gefên destwerdana Turkiyê nîne. Ji xwe tirsa tolstandina rejîmê li gelê Kurd her tê û pitir kêmreng dibe, opozisyona Sûriyê ne di rewşek wisan de ye ku bikare ji Kurdan re bibe gef û ji bo Turkiyê jî ne musaide di rewşa niha de bikewe Sûriye û Rojavayê Kurdistanê (her çend Turkiye bi dil hez dike wî karî bike). Li asta Sûriyê, rêjîma Esed li Kurdistanê çi bingehek piştgiriyê nîne û tu Kurd li Sûriyê bi dil û heya serî li gel rêjîmê nabin. Opozisyona li derveyî hevbendiya Kurdî jî heya niha nekariye bala Kurdan bikêşe aliyê xwe ve. Heta danîna kesayetiyek Kurdîaxêv li serokatiya opozisyona Sûriyê ku bi piştewaniya Turkiyê hatiye ava kirin jî nekariye Kurdan bikêşe aliyê wê tevgerê ve. Kurdan li derveyî opozisyona Sûriyê, bi xwe sazî û rêkxistinên xwe yên neteweyî ava kirine û weke aliyek serbixwe di arîşeya navbera rêjîm û opozisyonê de tev digerin. Paniya Aşîl ya tevgera Kurd li Rojavaya Kurdistanê lerzokbûna hevbendiya neteweyî ye.

Di gel helwêstên neteweyiye hemû alî û partiyên pêkhînerê hevbendiya netewiye nûavabûyî, hewlên bi nirxe serokê herêma Başûrê Kurdistanê cenabê Mesûd Barzanî û piştgiriya aktorê din yê serekeye tevgera Kurd li Rojavayê welat anî PKK li hevbendiya navbera partî u hêzên siyasiye Kurd, hê ev tirs heye ku hevbendiya pêkhatî bi astengiyan re rû bi rû be. Destwerdana hêz û aliyên xêrnexwaz û dijberên mafê Kurdan jî dikare wê hevbendiya nûavabûyî bi astengiyên cidîtir re rû bi rû bike. Ji wê bi der, helwêstên dûr ji berpirsayetiya neteweyî, daxuyaniyên tûj, nebûna kultûra demokrasî û bi hev re karkirinê dikare astengiyan zêde bike. Serbarî wan metirsiyan, xurtbûna rengên rêkxistinan, bilindtir ragirtina reng û sembolên rêkxistinî bi ser reng û sembolên neteweyî de, hildana duruşmên rêkxistinî û berz û ferz kirina rengê îdeolojîk bi ser reng û daxwazên neteweyî de û hildana 2 alên ji hev cuda dikare piştî derbasbûna şahiya serkevtinê, netifaqî û dijberiyên navxweyî re rê veke.

DKB hê di destpêka karê xwe de ye, lewma xwediyê ezmûnek dewlemend ya deselatdarî û bi hevre karkirinê nîne. Di nava endamên Desteya Bilind de dijberî û nakokiyên berê hê bi yekcarî nehatine ji bîr kirin. Hesasiyetên li hember xurtbûna yek ji endamên Desteyê hê hene. Hêza parastinê ku nû ava dibe piranî li bin siya PYD û Encumena Gel de ye, lê aliyên din hewl didin ku ji bo parastina balansê hêzek cuda ji Yêkîneyên Parastinê yên girêdayî Encumena Gel ava bikin. Serbarî wan dijwariyan, siyaseta bi Erebkirina deverên Kurdî û cudakirina cografiya Rojavayê Kurdistanê bi ser 3 herêmên ji hev cuda de dikare bibe astengiya ser riya yêkîtiya tevgera Kurd li Rojavayê Kurdistanê.


Lê astengî çi dibin bila bibin, asoya pêşeroja Rojavayê Kurdistanê sav e û tava azadiyê roj bi roj pitir şewq dide. Tevgera sivîle gelê Kurd û avakirina ezmûneke xwemalî ya deselata sivîl ku dikare valahiya piştî hiloşîna sîstema dîktator tije bike wê hêviyê zêdetir dike. Li kêleka wan pêşkevtinan, derswergirtin ji ezmûna Başûrê Kurdistanê, hevbendiya neteweyî ku ji Başûr û Bakûrê Kurdistanê re bo Rojavayê welat tê nîşandan û rewşa navneteweyî ji bo tevgera Kurd li Rojavayê Kurdistanê derfetek wusan aniye pêş ku bi pêşeroja xwe bi hêvî be.

Destpêşxeriya sivîle tevgera Kurd û avakirina deselata xwemalî li deverên azad li gor pîvanên demokrasiyê û yasayên navneteweyî ye.

Li ser cografiyayek xwedî dîrok û nasname, dema xelkê welat bi îradeya xwe deselatek xwemalî ya sîvîl û demokratîk ava bike, zehmet e ku cîhan li hember wê îradeyê derkeve. Renge xala herî xurte tevgera Kurd li Rojava ya Kurdistanê jî hema ev destpêşxeriya demokratîk be. Ji ber ku herêma Rojava ya Kurdistanê tenê devera rizgarkirî li Sûriyê ye ku li wir şer û wêranî çê nebû, anarşîzm bi ser neket û hêzên tundajoye paşvero nekarîn bingehê lê hava bikin.

Ezmûna Rojava ne tenê ji bo gelê Kurd li wê beşa welat deriyekê ber bi roniyê ve vedike, belkû ji bo hemû Sûriyê dibe hêviyek nû. Ji ber ku hêzên Kurd dikarin hevbendiya ji bo ava kirina demokrasiyê xurttir bikin û li hember serîhildana tundajoyî û paşverotiyê bibin asteng. Ev hêz dikare ji bo pêşeroja Sûriyê, dabeş kirina deselatê û parastina hevsengiya di navbera komele û gurûpên cudaye welat de bibe palpişt.

Di asta herêmî de jî avabûna deselatek xwemalî li herêma Rojava ya Kurdistanê dikare ji bo ava kirina pira di navbera gelan û welatan de bibe alîkar. Lê di heman demê de deselata nû ya Kurdî dikare dijberên demokrasiyê û mafê gelan jî biazirîne. Her ji niha ve dengê şerxwazî li Turkiye û Îranê û li nava hin derdorên tundajoye Ereb li hember ezmûna sawa ya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê bilind bûye. Li Turkiyê, ne tenê nejadperestên MHPyî, bigre derdorên qaşo demokrasîxwaz û pêşvero jî li hember hegerê avabûna deselatek Kurdî dengê nerazîbûnê bilind dikin.

Derfet û astengî li ciyê xwe, eger di rewşa niha de Kurd bi xwe yekdeng bin û hevbendiya ku nû ava bûye biparêzin, bê guman wê niha û pêşerojê qazanc bikin. Îro derfetek mezin li Rojavayê Kurdistanê bi dest ketiye. Baş bikaranîna wê derfetê ji aliyê hêzên Rojavayê Kurdistanê û xwedî derketin û parastina destkevtên nû ji aliyê hemû Kurdan ve erkek dîrokî ye. Êdî dem hatiye ku hemû Kurd, xwediyê çi meram û îdeolojiyê dibin bila bibin, girêdayî çi partî u rêbazên siyasî dibin bila bibin, lê hemû bi hev re yek deng û yekreng pişta hevbendiya nû ya Kurdî li Rojavayê welat bigirn û destkevtên ku bi dest hatî biparêzin û bikin bingeh bo pêngavên pêşerojê.
Niha wê roj li Rojava hil tê.