Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li ser navê Îslamê hikûmetdariyê dikin

18:55 - 9 Hezîran 2022

Hesen Mukerem

Eger em beraxwe bidin dîrokê, em dibînin ku tev aiyînên ku li serdemên xwe de hatine ragihandin yên weke Boda, Mesîhiyet, Cihû, Zerdeşt û Îslamê di pirtûkên pîroz yên xwe de behsa kramet, mirovdostî û heta parastina tev canliberan dikin û her hemûyan di serdemên xwe de hewl dane biha û nirxa mirovahiyê biparêzin û xwe ji her core azardan û îşkencekirina canliberan biparêz.

Lê, niha em bên li ser rejîma Îslamî a Îranê rawestin ku, li ser navê ola Îslamê û berevajiyê rênvîniyên Îslamê hemû core bê îdaletî û tunditîjiyan li dijî mirovan û her canliberekî heta jîngehê pêk tîne. Di heyama 44 salan temenê xwe yê biyûm de, xwe ji ti tunditîjî û azardan û kuştina mirovan û jinavbirina jîngehê bê par nekiriye. Bo mînak di heyamên salên 60`î de, li seranserê Îranê bi taybet li bajarên Kurdistanê komkujiyên bê sînûr encam dan.

Li şerê sê mehan yê li Rojhilatê Kurdistanê de, komkujiyên bajarên weke Sine Mehabad, Nexede, Urmiye û Çaldiranê de, bi hezaran cinayet encam dane, herwisa dinav reşçalên xwe de jî mirovên bêsoç bi bê dadgehîkirin bidar verikirine an bêserûşûn kirine, ku malbatên wan heta niha jî ti agaheyek li derheq kesûkarên xwe yên bêserşûn bûyî de tinînin. 

Her ji ber bi wan zilm û hovîtiyên rejîmê jî, ev serdem weke serdemên 60î yên dirindehiya rejîma Îranê di dîroka wê desthilata biyûm de hatiye tomarkirin û heta saziyên mafê mirovî jî, çendîn caran ji dadgeha navneteweyî daxwaza mehkeme kirina serkirdeyên Îranê yên ku di wan komkujiyan de dest hebûne kirine, lê heta niha tenê axavtin bûye û ti pêngavekbi kiryar di vê derheqê de nehatiye havêtin.

Ya herî balkêşe eve ku her dema ku karbidestên rejîma Îranê rastî tengasiyan dibin bona rizigarkirin û mana xwe li desthilatê de, welatiyan dikin armanc, ji bo mînak piştî mûşekbarankirina binkeya leşkerî ya hêzên Amerîkayê ya bi navê Eyn El-esed a li nava xaliya Îraqê, celad û xwînmijên Cemaranê bona berevanîkirina xwe ji dijkiriyara Amerîkayê li hemberî wê êrîşê de, roja Çarşemî 8.1. 2020`an balafira Boyînga 737 a rivînhilgira Ukraynê ku, hilgirê pitir ji 170 rivîngan bû û li balafiraxaneya Xomeynî a Tehranê rabibû û ber bi welatê Kanadayê ve difirî, lê mixabin serkirdeyên Spaha Pasdaran û xwînmjên Cemaranê, ev balafira rivînhilgir kirine armanca çend mûşekan û xistine xwarê û di encamê de176 rivîngên wê balafirê hatin kuştin.

Herwisa di vê dawiyê de jî, bi sedema bilindbûna nirxên hewcehiyên jiyanê li Îranê, welatiyan nerazîbûna xwe nîşan dan û derkevtin li ser şeqaman  û siloganên mirin û neman bo Xamineyî û dîktatoran qîrandin, dîsan celadên Cemaranê ji bo rizgariya xwe ji vê rewşê û xapandina hizr û ramana giştî, li bajarê Abadanê avahiya Metropolê ku 10 qadan bilind bû herihfandin û di vê herifandinê de pêka zaniyariyên belavbûyî pitir ji 43 welatiyan canê xwe ji dest dane û nêzî 80 welatî jî birîndar in, lê hinek serçave behsa bin ax bûna nêzî 200 kedkarî di qadên herî xwarê yên wê avahiyê de dikin.

 Mixabin heta niha sedema herifîna wê avahiya 10 qatî nehatiye zelalkirin û tişta herî balkêş di vê bûyerê de, eve ku xwediyê vê avahiya 10 qatî kesek binavê Husên Ebdulbaqî ye û bixwe yek ji endamê saziya terorîstî a Spaha Pasdaran e, û heta niha zelal nebûye ku gelo ev jî hatiye kuştin yan jî revî ye.

Ev reftarên hovanê yên rejîma Îranê di demekê de ne ku, berpirsên rejîmê berdewam li ser navê ayîna Îslamê, behsa wekhevî û rêzgirtin ji mirovahiyê dikin ev hemî hovitiyên rejîma Îranê yên li ser navê ayîna Îslamê di halekê ne ku, di pirtûka pîroz a Qura`nê ya ayîna Îslamê li sureya Beqere ayeta 95î de xwedayê mezin ji pêxmeberê Îslamê heziretê Mihemed re  dibêje ku: Ya Mihemed ev mirovê ku dest bihavêje malê te, canê te, namûsa te, heyseta te, welatê te û çawa digel te micadilê dike, tu jiî dibî her wekî wî digel wî micadileyê bikî, dema ku wî mala te şewtand tu jî ya wî bişewtîne, dema ku, wî gundê te xerab kir, tu jî gundê wî xerab bike, dema wî tu li mala te derxistî, tu jî wî derbixîne, dujmin bi çi awayî hat li ser te, tu jî bi wî awayî bersiva wî bide.

Lê, ev 44 salin ku komara îslamî neteweyên xeyrî fars yên Îranê ji hemî mafekî mirovî, siyasî, netewî, olî, çandî bêpar kirine û heçî cure zilm û zorek bi ser wan netewan de sepandiye û cinayetên herî hovane bi ser wan de birêve birine û heta ji mafê xwandina bi zimanê dayîkê ku hebûna her neteweykê ye, bê par kiriye, û li ser navê ayîna Îslamê hikûmeta xwe dimeşîne.

Naveroka vê nivîsê, nerîn û dîtina nivîskar bi xwe ye û malpera Kurdistan Media jê berpirsiyar nine