Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Serdeştê mamostayekî olî gazî kirine dadgehê

15:14 - 24 Tebax 2013

Kurdistanmedia: Mamostayekî olî bi navê “Selam Gulnewaz” bo cara çarem gazî kirine dadgeha Ruhaniyet a bajarê Tewrêz ê.


“Selam Gulnewaz” pêşnivêjê mizgevta “Hizretê Omer” li taxa “Şêwe Îbrahîm”a bajarê Serdeştê û ji aliyê dezgeha dadweriyên rejîma Îslamiya Îranê ve bi vî hat ragihandin ku hevceye xwe bi dadgeha Ruhaniyet bide nasandin.
Di vê pêwendiyê de ajansa nûçegihaniya “Kurdpa” bilavkir, mamosta Selam bi sûça “endambûn di mekteba Quranê de û peyrewî kirin ji Ehmed Muftîzade” gazî kirine dadgehê.
Dadgeha taybet a Ruhaniyet a rejîm li bajarê Tewrêzê bi mela Selam ragihandin, hevceye meha Îlonê xwe bi dadgehê bide nasandin.
Selam Gulnewaz piştre di meha Gulan û Hezîran a 2011’an de gazî kirine dadgeha taybet a Ruhaniyet a rejîma Îslamiya Îranê li bajarê Urmiyê.
Mela Salam bo cara sêyem berwara 25’ê Şibata 2013’an, ji aliyê dadgeha Ruhaniyetê ve hat gazî kirin.