Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Sûriyê dijebran agirbest rakir û şerek giran destpê dike\\ rejîma Îranê piştevanê Esed e

15:47 - 5 Hezîran 2012

Kurdistanmedia: Piştî ku rejîma Sûriyê pabend bi agirbesta li gor gelaleya Kofî Ennan li gel dijberan nebû, Erteşa Azad a Sûriyê agir best şikand.

Li gor axaftina yek ji berdevkên Erteşa Azad a Sûriyê “Samî Elkurdî” li gel “Royterz”ê, bas ji damezirandina Erteşek 12 hezar kesî kir, û ji bo berevanîkirin ji xelkê Sûriyê agirbest şikandine û dê dest bi êrîşan bo ser eskerên Sûriyê bikin.

Agirbesta han beşek ji gelalelya Kofî Ennan şandiyê “YN” û Yekîtiya Ereban ji bo aşitî di Sûriyê de ye. Li gor çavdêran tenê beşek kim a wê geklaleyê birêve çûye.

Daxuyaniya şikandina agirbestê ji aliyê Erteşa Azad a Sûriyê ve, piştî axaftina Beşar Esed bû ku bo yekemîn car piştî komkujiya “Hulle” dijber bi terorîst dan zanîn û kokujiya han jî xist sitûyê wan, û herweha amaje kir: “Li hember terorîstan rêçareyên siyasî tune ye”.

Heftiya derbasbûyî hêzên rejîma Esed li “Hulle”ê pêtirî 100 kesan kuştin ku pirranî zarok bûn.

Çavdêr dibêjin ku pirraniya wan bi awayek hovane hatine îdamkirin.

Girûpek çalakên Sûriyê ragihandibûn ku roja Şemî û Yekşemiya derbasbûyî kêmî ve 80 eskerên rejîma Sûriyê bi destên Ertêşa Azad hatin kuştin .

Xalid Eleqlî berdevkê wê girûpa çekdar a dijberî rejîmê dibêje, girûpa han ku nûnerê 12 hezar hzên çekdar e, di encama sernekevtina “NY” û Yekîtiya Ereban di Sûriyê de li hember cinayetên rejîma Esed pêkhatiye.

Ev helwesta Erteşa Sûriyê givaşên li ser Kofî Enan û civaka cîhanî ku piştevanên agirbestê di Sûriyê de bûn, zêde dike.

Ennan roja Pêncşemî rapora xwe radestî saziya “NY” dike û piştre ji bo got û bêjan tev rayedarên Amerîkayê diçe Waşîngtonê.

Çavdêr dibêjin ku ger gelaleya Ennan ser nekeve, tu riyeke çareseriyê namîne.


Riya Tehran - Bxda hêla mana rejîma Sûriyê


Li gor rapora malpera “Iranpressnews”ê, mamostayek Kolêja Abûrî li Lendenê li gel “CNN” gotiye: Rejîma îslamî a Îranê û dewleta Şî’e a Bexdayê piştevanên rejîma Sûriyê ne.

Navbirî got: Rejîma Sûriyê piştevaniya malî teknîkî û heta nîzamî li rejîma Îranê werdigre û hikûmeta Şî’e a Îraqê jî xwe beşek ji wê hevpeymaniya li dijî Erebistan û Turkiyê dizane.

Ew Mamostayê Zanîngehê, riya Tehran – Bexda bi hêla sereke a maneva rejîma Sûriyê dide zanîn.
Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê