Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Swîsê bo piştevanî ji xelkê nerazî yên Kurdistan û Îranê xwenîşandan bi rê ve çû

11:26 - 2 Tebax 2021

Roja Şemî 9`ê Gelawêjê, xwenîşandanek bi mebesta piştevanîkirin ji xelkê nerazî ên navxweyê welat û nemaze ji xelkê El-ehwazê,  bi amadebûna endam û alîgirên partiyên Rojhilatê Kurdistanê li welatê Swîsê bi rê ve çû.

Destpêka wê xwenîşandanê “Rasan Necmî”, endamê PDKÎ li komîteya Swîsê gotarek pêşkêş kir.

Navbirî di gotara xwe de daxwaz ji navendên navdewletî ên mafê mirov kir ku serkut û kuştara xwenîşanderên El-ehwazê ji aliyê hêzên leşkerî ên rejîmê ve şermezar bikin.

Di beşa dawiya xwenîşandanê de “Enwer Berdî” berpirsê komîteya PDKÎ li welatê Swîsê behsek li ser rewşa navxweyê welat li heyama çar dehikên derbasbûyî û serhildanên gelê Kurd li dijî zilim û rordariya Komara Îslamî a Îranê li hember netewa Kurd kir.