Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li welatê Hulendê de piştewanî ji Mehabadê hat kirin

16:42 - 19 Gulan 2015

Kurdistan Media: Di yek ji bajarên welatê Hulendê de xwenîşandanek ji bo piştewanî kirin ji hevwelatiyên Mehabadê û şermezarkirina siyasetên serberedayî û tepeserkarane ên rejîma Îslamiya Îranê hat lidarxisitin.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, roja Yekşemî, 15`ê Gulana 2015`an, Kurdên akinciyên bajarê Dîhnax û piraniya partiyên Kurdistanî di xwenîşnadanek aram û evle li pêşberî balyozxaneya rejîma Îranê de, piştewaniya xwe ji serhildana hevwelatiyên bajarê Mehabadê û bajarên din yên Kurdistanê dan eyanê.

Di xwenîşandanê de tevî eşkere û şermezarkirina siyasetên rejîma Îslamiya Îranê, beşdaran hevxemî û hevsoziya xwe ji malbata Ferînaz Xusrewanî û hemû xelkê Mehabadê û bajarên din yên Kurdistanê nîşan dan.

Xwenîşandan ji aliyê endamên PDKÎ û Yekîtiya Ciwanên Demokrat ên Kurdistana Îranê û gelek partiyên Kurdî li pêşberî balyozxaneya rejîma Îslamiya Îranê hatibû lidar xisitin.

Beşdarên wê xwenîşandanê, durûşmên dijî rejîma Îslamiya Îranê qîrandin û çend pexşan û peyam jî li doma xwenîşandanê de hatin pêşkeş kirin.