Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Wezareta Karê Derve yê Norwêjê “Rasana Rojhilat” hate şirovekirin

20:55 - 1 Adar 2017

Kurdistanmedia: “Ezîm Elyasî” di serdana xwe ya bo Wezareta Karê Derve ya Norwêjê de, Rasana Rojhilat xist ber bas.

Roja Sêşemî berwarê 28’ê Şubata 2017’an a Rojî, Ezîm Elyasî serdana Wezareta Karê Derve ya Norwêjê kir, û digel heyetekî vê wezaretê bi serokatiya “Şel Gwînar Êrîkson” yê Berpirsê Karûbarên Îranê di wezareta navbirî de, civiya.

Elyasî di vê çavpêketinê de rewşa Îranê bi gişt
Li Wezareta Karê Derve yê Norwêjê “Rasana Rojhilat” hate şirovekirinز

Kurdistanmedia: “Ezîm Elyasî” di serdana xwe ya bo Wezareta Karê Derve ya Norwêjê de, Rasana Rojhilat xist ber bas.

Roja Sêşemî berwarê 28’ê Şubata 2017’an a Rojî, Ezîm Elyasî serdana Wezareta Karê Derve ya Norwêjê kir, û digel heyetekî vê wezaretê bi serokatiya “Şel Gwînar Êrîkson” yê Berpirsê Karûbarên Îranê di wezareta navbirî de, civiya.

Elyasî di vê çavpêketinê de rewşa Îranê bi giştî û Rasana Rojhilat bitaybetî şirove kir.

Nûnerê PDKÎ bas ji nerazîbûnên xelkê Îranê li dijî Komara Îslamî ya Îranê kir ku, roj bi roj berfirehtir dibe, û bo mînak amaje bi nerazîbûnên xelkê Xûzistanê kir di çend rojên derbazbûyî de.

Hevdem bas ji nerazîbûnên xelkê Kurdistan û Belûçistanê li dijî rejîma Îslamî ya Îranê hate kirin, û destpêkirina Rasanê jî weke qonaxeke nû ji nerazîbûnên xelkê Kurdistanê li hember tepeserkirina gelê Kurd ji aliyê rejîmê ve, û çaresernekirina doza Kurd di Kurdistana Rojhilatê de, hate nnîşandan.

Nûnerê Têkiliyên PDKÎ bi liberçavgirtina liv û tevgerên hundir Îranê û bitaybetî Kurdistan û Xûzistan û Belûçistanê, û herweha siyasetên şerxwazane ên rejîmê, pêşbînî kir ku, di pêşerojek nedûr de rewşa Îranê ber bi aloziyan ve here.

Herweha di civînê de bas ji Rasan û amadekariyên Hizba Demokrat a Kurdistanê di vê derheqê de kir.