Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Lihevkirina civîna Jinêvê ji bo avakirina dewleta Aşitî û Netewî li Sûriyê

14:42 - 1 Tîrmeh (Temûz) 2012

Kurdistanmedia: Welatên beşdar di got û bêjên Jinêvê de ji bo damezirandina dewleta Aşitî û Netewî di Sûriyê de lihev kiirn.
Li gor nûçeyên hatî belavkirin, civîna Jinêvê li ser damezirandina dewleta Aşitî û Netewî di Sûriyê de bi akam gihîşt, di dewleta han de endamên hikûmeta Beşar dikarin beşdar bin, Rûsiyê li hember beşarnebûna endamên hikûmeta Beşar Esed di dewleta han de dijayetî kiriye.
Kofî Ennan şandiyê saziya “NY” û Yekîtiya Ereban gotibû Wezîrên Derve ên welatên beşdar di civîna Jinêvê de, ger nekarin ji bo dawîanîn bi tund û tûjiyan di Sûriyê de lihev bikin, beşek ji berpirsatiya kuştiyên berê di Sûriyê de dikeve sitûyê wan.
Ennan gotibû ku ger got û bêjên Jinêvê serkevtî nebin, eva pirsa Sûriyê dibe kirîzek navnetewî.
Berî destpêka civîna han rayedarek Amerîkayê ragihandibû ku di navbera Amerîka û Rûsiyê de hin pirsgirêkên cudahiyan hene.
Gotinên wî rayedarê Amerîkayê li hember axaftina Wezîrê Derve yê Rûsiyê bû ku gotibû: Îmkana lihevkirina hevbeş di civîna Jinêvê de heye. Gotinên Wezîrê Derve yê Rûsiyê piştî hevdîtina bi Hîlarî Kilîntonê re bûn.
Ji aliyek din ve jî dijberên rejîma Sûriyê dibêjin, Îna derbasbûyî yek ji bixwîntirîn rojên serhildana xelkê Sûriyê bûye.
Saziya Zêrevanê Mafên Mirovan a Sûriyê ku binkeya wê li Birîtanya ye ragihand, roja Pêncşemî 117 kes ji xelkê medenî li Sûriyê hatine kuştin.
Saziya dijberî dewletê, Komîteya Hevahengî a Mihelî, hejmara kuştiyên han bi 139 kes dane zanîn, ku li gor rapora saziya han, pêtirî nîva wan kuştiyan li xelkê derdora Şamê bûne.