Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Lubnan li jêr bandora kêşeyên herêmî û navnetewî de

02:05 - 6 Hezîran 2012

Şehab Xalidî

Piştî destbiserkirina kesek bi navê Şadî Elmolewî bi tawana alîkariya di gel rêkxirawa Elqaîde û piştî vê ku ruhaniyek Sunnî bi navê Ehmed Ebdulwahid ku piştevanî ji şoreşa xelkê Sûriyê bi dijî Beşar Esed dikir, di gel yek ji hevalên xwe li seytereyeke Erteşa Lubnanê de hate kuştin, di navbera alîgir û dijberên deshilata Beşar Esed di vî welatî de şer û pevçûnek tund rû da. Piştî vê bûyerê ji aliyê Sunniyan ve sê roj şîn û taziya giştî hate ragehandin û herweha piraniya xwendegeh û zanîngeh jî li ber tehlûkeya rûdana şer û pevçûnên di navbera xwendekarên Elewî û Sunnî hatin daxistin, ku di rastî de vê bûyerê zêdetir ji demên borî bandora guherînkariyên Sûriyê bi ser pêkhateyên welatê Lubnan de selmand.

Di rastî de terora Refîq Herîrî û dosyeya terora navbirî, nakokiya di navbera girûpên siyasî û guherînkariyên herêmî û bi taybetî nearamiyên Sûriyê, bûne sedema vê ku Lubnan ji rewşek hestyar re derbas be. Bi taybetî bi sedema vê ku bo heyamê çendîn salî erteşa Sûriyê wek yek ji hêzên bi bandor bi ser rewşa siyasî ya Lubnanê li başûrê Lubnanê cihgir bibû û piştî vekişyana erteşa Sûriyê şêweya parvebûna hêzên siyasî û pêkhateya deshilatê û kêşeyên navxweyî, bi başî wan bandorên nigatîv diselimîne. Guherînkariyên her yek ji wan du welatan jî bandora wan li ser yektir hebûye û her ew bandor sedema sereke ya pêkhatina neêminiyê di welat de ne.

Hinek alî bi eşkere bas ji vê yekê dikin ku ew şer û pevçûn encama hewlên Hizbullaha Lubnanê ne ji bo lawazkirina wan Erebên Sunnî ku dijî Beşar Esed in, lê aliyê weha jî hene ku li ser vê bawerê ne ku ew alî û dewletên ku nekarîn li herifandina deshilata Beşar Esed de serkevtinê bi dest bixin, dixwazin bi pêkanîna şer û kêşeyan li navbera pêkhateyên wî welatî de, çek û teqemeniyan ji riya Lubnanê ve bo erteşa Azad ya Sûriyê rê bikin, bona vê ku herifandina deshilata Beşar Esed bileztir bikin.

Ew şer û pevçûn û pêkhatina wan du bereyan ku bêguman encama siyasetên tevdanîkarane ên Hizbullaha Lubnanê û piştevanîkirina wan ji deshilata Beşar Esed in, girupa 14’ê Mars neçar kiriye ku bona pêşîgirtina ji pêkhatina neewlehiyan li nav xaka Lubnanê de hewlê bo zêdekirina hêzên navnetewî ên aştîparêz bidin, herçend ku Elewî jî girûpa 14’ê Marsê bi sebebkarê pêkhatina neewlehiyan li nav xaka Lubnan ji riya handan û tûjkirina girûpên selefî ên alîgirê xwe tawanbar dikin. Ew yek jî di demekê de ye ku welatek wek Rûsiyê li nav xaka Sûriyê şerê sar li gel Amerîkayê zindî kiriye û bêguman dijî zêdekirina hêzên navnetewî ên aştîparêz jî li ser sînorên Lubnan û Sûriyê de dibe.


Lê ew kêşe û nakokiyên ku Îran û Sûriye ji riya Hizbullaha Lubnanê ve li herêmê de diafirînin, aştîxwazên rastîn ên Lubnanê neçar kirine ku tewaya hewla xwe bo zêdekirina hêzên aştîparêz ên navnetewî û vegeranduna ewlehiyê bo welatê xwe bi kar bînin, û herweha bi başî ji vê rastiyê tê gihîştine ku heya wê demê ku rejîmên serberedayî ên wek Îran û Sûriyê li ser kar bin, Hizbullaha Lubnan û girûpên din ên terorîst li herêmê de dikarin bi piştewaniya malî û leşkerî a wan welatê Lubnanê di gel neewlehî û kêşeyên zaf berbirû bikin, lewra hewlên wan li rastaya bileztirkirina herifandina deshilata Beşar Esed û lawazkirina pêgeh û bandora rejîma Îranê û girûpên terorîstî li Lubnanê de dibe.