Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Madeyên Efyûnê li Îranê

14:52 - 23 Tebax 2012

Eskender Ceiferî

Dema ku mirov rûpelên malperan vedide ji ber nûçeyên nexweş û tal û datayên li dor madeyên bêhisker jorde çûna hejmara bengdaran xembar û mendehoş dibe. Bi taybetî li Îranê de ku rewşek pir xirab û aloztir li vê derheqê de heye. Rewşek ku mîna ewrên reş û tarî hemû asîmanê Îranê dagirtiye û li nav her tex û qetek civakê de xwe dide xuyandin.

Rewşek ku berhema siyasetên pilankirî ên rejîma Komara Îslamî a Îranê li dijî xelkê bê berevane Îranê ye. Bi taybetî her mirov mêzeyî herêm û deverên etnîkên cuda ji hakimiytê bike wê demê derdikewe ku rejîm çi pilan û lîstekên hovane li dijî wan netewan birêve dibe. Kurdistan jî yek ji wan e. Eva jî xêneî wê ku bikarhîner bin, belkî berhemhner in jî. Niha li gelek deveran de ew made bûne berhemên kiştûkalî ên cotyaran. Bo nimûne li herêma Urmiyê, gelek caran ji aliyê xelke ve ev made weke berhemek kiştukalî hatiye çandin û rakirin, lê di heman demê de desthilat ji wan kesan re ku ji dewlet re xizmetê dikin, çi nabêje û dihêle ji xwe mijûlî karê çandina wê madeyê bin. Li gelek herêman jî bi awayakê dêmî heye û hin çavkanî didin xuyakirin ku tovê wê madeyê ji aliyê dewletê ve hatiye dabeşkirin da ku heta şivan,gavan û bêrî yên kurd, jî van bi kar bînin û tûşî wê madeyê bibin.

Ji alî din ve li gelek şûnên bajarê Urmiyê weke Îslam Abad û Kuştargayê de bi awayek berfireh ev made bi dest dikeve û Hêzên Ewlehî jî pêşiya kirryar û firoşyarên madeyên hişber nagirin. Gelek caran Hêzên Ewlehî dikevin kûçe û kolanên Kuştargayê û piştî hilkulîn û girtina wan, dîsan wana vedigerînin ser cihê xwe. Eva jî tê wateya ku Hêzên Ewlehî wan kesan weke kirêgirtî û meimûrê xwe bona bengdar kirina xelkê ji aliyekê û sîxorîkirina bo wan hêla din ve bikar tînin. Her wîsa gelek caran ji aliyê wan hêzan ve jî firoşyarên mewadan re hatiye gotin ku hekî hûn harîkariya me nekin, em nahêlin ku hûn wî karî bikin û hûnê bên ceza kirin.

Her wiha li hin şûnên dewletî weke “Merkezê Terkê Itiyad” a ser bi Zanîngeha Ulûm Pizişkiya Urmiyê, ew mewad bi awayekê eşkere tê kirîn û firotin, lê kesek tune ku pêşiya wan firoşyaran bigire. Pêka çavkaniyên haydar, li ber deriyê wê Merkezê, madeyên bêhişker bi awayek eşkere tên firotin û her li ber deriyê wê nawendê jî tên bikaranîn. Vir de durûtiya rejîmê û siyasetên dijî gelî ên wan ji xelkê re eşkere dibin. Ji ber ku çawa dibe ji aliyekî ve Hikûmet hewil bide da ku xelk tûşî wê madeyê nebe û ji rexê din ve jî pêşiya wan firoşyaran negire?

Ji aliyek din ve em dibînin ku navendên ’Terkê Êtiyad’’ ji aliyê hêzên Ewlehî ve tên daxistin. Anku ‘’Emakin’’ îzna xebatê bi wana nade û ger jêre jî dabe,dîsan jê distîne. Lewma cihê pirsiyarê ye ku çawan dibe cihek ku ne cihê karê siyasî û çandî ye û tenê hewlê ji bo rizgarkirina civakê ji madeyên hişbere, dide, dibe werin daxistin? Ewa jî di demekê de bû ku tu bûdceyek hikûmetî ji bo alîkariyê bi wan nawendan nahê dayîn û ew nawend li ser hesabên xwe vî karî dikin. Her weha gelek caran em dibîsin yan dibînin ku hêzên rejîmê barên girtî dişevitînin û jinav dibin, lê eva senaryoyek din a rejîmê ye û pişkeke kêm ji wê mewadê li ber çavên Televîzyon û ragihandinan ji nav dibe û diherrimîne, lê beşa zaf ji wê mewadê dimîne û Hikûmet bazerganiyê pê dike û li nav xelkê de bilav dike. Gelek caran li Urmiyê hatiye zanîn ku barê mewadê ê kesekê bi qasî çend hezar kîloyan dest bi ser de hatiye girtin. Lê piştî çend rojan li deng û rengê herêmî a Komara Îslamiya Îranê de belav dibe ku barek qaçax a mewadê bi qasî 100 kîloyan hat girtin û piştre hat şevitandin. Lê beşa din ya mayî çi jê tê?

Bi wî awayî derkikeve ku mafyaya herî mezin li Îranê, rejîm û hêza tepeserkar a wê, anku sipaha Pasdaran e û ji vî karî hem qazancek baş ya abûrî dikeve destê wan, hem jî meramên xwe ên siyasî pêşev dibin û li vê navberê de yê ku metirsiya nemanê gefê ji wan dixwe, tenê xalkê bêberevane Îranê û bi taybey yên Kurdistanê ne ku dibe ji vê xewa şirîn hişyar bin û êdî nebin lîstika destê rejîmê.