Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Malbata Pênc girtiyên bajarê Bokanê li ber deryê Îdara Îtilaatê nerazîbûna xwe ragehandin

15:56 - 27 Kanûna pêşîn 2012

Kurdistanmedia: Malbatên Pênc girtiyên bajarê Bokanê bi nadiyar bûna çarenûsa van girtiyan, li ber deryê Îdara Îtilaata vî bajarî nerzîbûna xwe nîşan dan.

Ev malbat xwazyarê dîtina zarok û mêrên xwe bûne û regehandine ku bê sedem ew hatine girtin.
Malpera komîta havdeng bo pêkanîna avakirina kedkaran, bilav kir, berpirsiyarên Îdara Îtilaata rejîma Îranê li bajarê Bokanê paşî vê nerazîbûnê ku ji aliyê malbata wan zîndaniyan ve hatibu kirin, îzinn dîtina kurekî temen 4 salî dane ku bavê xwe bibîne.
Ev malbatane paşan çune ber deryê dadgeha vî ev bajarî û daxwaza berdana van gitiyane kirin.
Çand roj berî niha 5 hevwelatiyên kurd bi navê “Hadî Tenûmend, Muhemed Kerîmî” xelkê gundê Hemamiyanê, “Qasim Mistefapûr” xelkê Bokanê, “Cemal Mînaşîrî û Îbrahîm Mistefa Pûr” akinciyê gereka Mîrawa yê, ji aliyê hêzên ewlahî yên rejîma ve Îranê hatin girtin.