Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Malnişînkiriyên dabînkirina civakî rijiyane ser şeqaman û kombûnên nerizayetiyê bi rê ve birin

13:21 - 7 Hezîran 2022

Kombûnên nerizayetiyê pêsîra rejîma Îranê girtiye û Xamineyî yê rêberê rejîma Îranê bi serkutkirina xelkê Abadanê û El-ehwazê wisa dizanî ku dikare hemû tex û qatekê bêdeng bike. Lê malnişînkiriyên Saziya Dabînkirina Civakî li Abadanê û piraniya bajarên Îran û Kurdistanê rijiyane ser şeqaman û merg û neman bo Reîsî û Xamineyî gotin.

“Dev ji Filîstînê berdin û fikrekê bi halê me bikin û mirin û neman bo Reîsî”, ev silogana kombûna nerizayetiya malnişînkiriyên Kerecê bû.

Krîzên di Îranê de bûne bi kelek û her roj tex û qatek civatgehê li dijî rejîma Îranê kombûnên nerizayetiyê bi rê ve dibin.

Malnişînkiriyên Qezwînê bi dana siloqana “Reîsî şerim bike û dev ji welat berde”, kombûna nerizayetiyê lidar xistin.

Silogana kombûna nerizayetiya malnişînkiriyên Xurasanê li dijî wezîrên rejîmê bû û wan bi hev re digotin wezîrê kêrnehatî dev ji kar berde.

Malnişînkiriyên Saziya Dabînkirina Civakî daxwaza zêdekirina mûçeyên xwe dikin û tevî vê ku midehek zêde ye kes guhdariya daxwazê wan nake, hatine ser şeqaman û li dijî rejîmê siloqanan dan. Li Zencanê jî bi heman awayî kombûna nerizayetiyê bi rê ve birin.

Malnişînkiriyên Dabînkirina Civakî yên Şûştera El-ehwazê jî rijiyane ser şeqaman û li dijî bêdadperwerî û gendeliya rejîmê siloqanan dan.

Çend roj e ku kombûna Malnişînkiriyên Saziya Dabînkirina Civakî piraniya bajarên Îran û Kurdistanê li xwe girtiye. Di bajarê Tewrêzê de xelkek zêde ji malnişînkiriyên nerazî rijiyane ser şeqaman û wan di siloganên xwe de gotin, “dijminê me li vir e, direw dikin Amerîka ye”; Wan çendîn demjimêran xwenîşandan kirin.

Li Şîrazê malnişînkiriyan bi destgirtina sifreya vala nezizayetiyên xwe nîşan dan.

Li bajarê Urmiyê malnişînkiriyan daxuyaniya nerizayetiyê rû li rejîmê xwandin.

Li Ehwazê sedan kes ji malnişînkiriyan rijiyane ser şeqaman û silogan dan.

Malnişînkiriyên Saziya Dabînkirina Civakiya Îlamê sifreyek vala raxistin û hin dirav danîne ser sifreyê û ew jî curek ji nîşandana nerizayetiyê li dijî berpirsên gendel ên rejîma Îranê bû.

Krîzên kelekbûyî, bêdadperwerî, nebûna kar û betalî, nedana mûçe, guhnedan daxwazkariyên xelkê ji aliyê rejîmê û berpirsên rejîmê ve û sedan krîzên din ku li Îranê komê ser hev bûne, xelk neçar kirine ku birijine ser şeqaman û li dijî herifîna rejîmê siloganan bidin.