
Danê sibezûya îro Pêncşemiyê 5ê Çirriya paşîn, piştî çend rojan berekanî di gel vîrûsa koronayê, di nexweşxaneyekî Urmiyê de çu ber dilovaniya xudê.
Mamosta Bêyzawî alimê payebilinde Urmiyê, sala 1312ê li gundê Noşanê ji dayîk bibû.
Wi her di temenê zarokiniya xwe ve dest kire perwerda Olî û di hicre û Xaniqaya Birhanê, bal xalê xwe Mamosta Abid Şemsedînî xwend. Piştre bo asata bilinde xwendinê diçe başûra Kurdistanê.
Dema ku mamosta Bêyzawî îcaza melatiyê werdigre, di wan gundane de mamostayetî kirî ye, weke Noşan, Sêro, Cohnî, Benda Urmiyê, û kesayetiya bilinde wî bo hemî kesê di hemî nawçên Urmiyê de hate naskirin, û bibû cihê hitbar û xoşvaniya hemî kesê, her lewmajî bû îmam cum`eyê kite mizgevta ehlê Sunnî di nava bazara Urmiyê û xelkê weke mamosta û alimekî mezin mêze dikir.
Zêdebarî hebûna koronayê, bi beşdariya sedan kes ji hejêkiriyên Mamosta, rêûresma bi axê sipartina wî, di gundê Noşanê de birêve çu.
PDKÎ sersaxiyê dide malbat û kesûkarê mamosta Bêyzawî û hemî xelkê Urmiyê û xwe hevxema wan dizane.