Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mamostayên zanîngehan û kesên akademîk li Amerîkayê daxwaza dadgehîkirina Îbrahîm Reîsî kirine

13:22 - 16 Îlon 2021

Zêdetir ji 400 mamostayên zankoyan, Pizîşk û birêveberên pîşeyî û pirsporên Amerîkayî-Îranî bi nivîsîna nameyekê bo Serkomarê Amerîkayê “Joe Biden” daxwaz kirine ku “Îbrahîm Reîsî” bi sedema encamdana cinayet li dijî mirovahiyê bê dadgehîkirin û cezadan.

Ew nameyê tevî Serkomarê Amerîkayê, wêneya wê bo  Wezîrê Derve yê Amerîkayê “Antony Blinken”, Endamên Meclîsa Sena û Endamên Meclîsa Nûnerên Amerîkayê û Sekirtêrê Giştî yê Saziya Netwên Yekgirtî “Antonio Guterres” jî hatiye şandin.

Di wê nameyê de daxwaz ji Serkomarê Amerîkayê hatiye kirin ku li axaftinên Îbrahîm Reîsî de bi bertekeke bi hêz û lezgîn rabigehînin ku “Reîsî” nûneratiya xelkê Îranê nake û di wê civîne de, dîtingehên berfireh ên du partiyên bingehîn ên Kongireya Amerîkayê, karnasên Saziya Netewên Yekgirtî û Saziya lêbihorîna Navnetewî bo dadgehîkirina “Îbrahîm Reîsî” bi sedema rola bingehîna “Reîsî” di kuştina bi hezaran girtiyên siyasî li sala 1367an di Îranê de di dadgehên navnetewî de, bi sedema cinayet li dijî mirovahiyê bidine xuya û di tev lêkolînên navnetewî li derheq kuştina neyasayî ya dijberên rejîma Îranê de beşdar bin”.

Pêka belgeyan “Îbrahîm Reîsî” di binçavkirin, îşkence û îdamkirina 30 hezar girtiyên siyasî  li sala 1367an û bi hezaran kesên din di salên piştî wê, rola bingehîn hebûye.