Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mandela wê hertim di dilê azadîxwazan de bijî

12:49 - 29 Kanûna pêşîn 2013

Ebdulla Hicab

Ez heya niha bi wê riya dûr û dirêj ya azadiyê re çûme. Min her tim hewl da ku ez di wê riyê de dudil nebim û ya ku ji destê min tê, kêmasiyê nekim; carna min şaşitî jî kirin, lê ya ez gehîştimê ew e ku min ew nepenî eşkere kir dema mirov ji çiyayekî bi ser dikeve, temaşe dike, ku hê çiyayên din jî li ser rê ne, û pêwîst e mirov ji wan çiyayan jî bi ser bikeve.

Niha ji bo demek kin ez bêhna xwe vedidim, heya bi bêhneke fireh û bi hêzek hê xurttir temaşeyî wê dîmena bedeve li derdora xwe bikim, û awirekê paş ve bidme wê riya ku heya niha ez hatime.

Lê ez tenê dikarim ji bo demek kin bêhna xwe vedim, ji ber ku bi azadiyê re gelek erk dikevin ser milê mirov. Ez qet nikarim li wir bisekinim, ji ber ku meşa min ya ber bi azadiyê ve hê bi dawî nehatiye» (Nelson Mandela; Meşa ber bi azadiyê ve, weşan; 1994).

Rêvîngê riya dûr û dirêje azadiyê Nelson Rolihlahla Mandela (1918-2013) heya dema dawî ji wê soza ku dabû venegeriya, û bi armanca xwe ya azadîxweziyê ve girêdayî ma. Bi wê berdewamiya li ser têkoşînê re, ya ku hê zêdetir hêz dida Mandela û bi wî re jî girêdayî hêz dida civak û hezkiriyên wî, nêrîn û sekna wî ya mirovhez ji bo çareserkirina pirsgirêkên siyasî û civakî bû.

Mandela, di gel ku di malbateke eşîrî de ji dayîk bibû, û zarokatiya xwe di koçka mîritiya eşîra xwe, eşîra “Thembu” ya ser bi êla “Xhosa” li Rojhilata “Cape” derbas kiribû, û sîstema ku babê wî Mîritiya wê dikir, ji aliyê Birîtaniya ve hatibû hilweşandin, lê di dîroka têkoşîna xwe ya siyasî de nekete ser şopa vejiyandina eşîretê, an deshelata malbata xwe.

Berevajî, wî sînorê malbat, eşîr, êl û herêmê derbas kir û bû sembola têkoşîna azadiyê ji bo hemû pêkhate û gelên Afrîqaya Başûr. Mandela xwendina xwe jî kire qurbana doza xwe ya mafxweziyê û 13 sal pê çûn heya karî mafê hindê bistîne ku weke parêzer bixebite. Lê wî xwendina xwe ya mafnasiyê kire bingeh ji bo mafxweziya xwe. Lewma her çi qas ku 50 sal jî pê çû heya bikare xwendina xwe ya zankoyê biqedîne û bawernameya mafnasiyê di asta “bachelor” (bekalaryos) de li sala 1989 bi dest bixe, lê her tim weke parêzvanê azadiyê kar kir.
Di jiyana malbatî de jî Mandela ne ew kes bû ku rê bide malbat biryarê li ser qedera wî bide. Piştî ku babê wî ji deshelatê hate avêtin, û sala 1928’ê çû ser heqiya xwe, û mamê wî “Mîr Dahlindyebo” bû sergêrê malbatê, dema apê Mîr xwest wî ne ji dil bizewicîne, Nelsonê genc ji malbatê reviya û çû “Johannesburg”ê.

Li wir jiyana Nelson bi yekcarî hate guhertin. Di sala 1942’an de bû endamê Kongireya Neteweyî ya Afrîqaya Başûr (KNC).

Sala 1943’an bi hevbîr û hevalên xwe; “Walter Sisulu” û “Oliver Tambo” re Yekîtiya Lawên KNC damezirand, û kete ser riya dijware têkoşînek bê hempa li hemberî apartaydê .
Bi baweriya Mandela, têkoşîna sivîl ya ku gencê sedsala bîstan Mahatma Gandî birêve dibir rêbaza herî baş bû, lê bandora wê li ser sîstema apartaydê tunebû.
Lewma wî ji şevitandina belge û nasnameyên deshelatdarên Afrîqaya Başûr re bigre heya piştgirîkirin ji karê sabote, an ji karxistina demûdezgehên deshelatdariyê, hemû rêbaz di têkoşîna xwe de ceribandin. Sala 1961’an bû serokê şaxê çekdar yê ANC, û kete nava hewldanek xurt ji bo bi rêkxistinkirina têkoşîna çekdarî. Yek sal piştre eşkere bû, û hate girtin û 5 salan kete girtîgehê. Lê di dema ku ew hatibû girtin de, pilana têkoşîna çekdariya ANC eşkere bû û piraniya serok û serkirdeyên rêkxistinê hatin girtin. Nelson Mandela dubare hate darizandin û wê carê cezaya girtîmayîna heya dawiya jiyanê bi ser de hate sepandin.

Lê Mandela girtîgeha girava Robin (Robin Island) kire qada nû ya têkoşîna xwe ya ji bo azadiyê û dema piştî 27 salan, bi serbilindî ji girtîgehê derket, êdî bûbû sembola azadiya gelên Afrîqaya Başûr.

Ji bo Mandela deshelatdariya herî mezin heza di nava dilê xelkê de bû, lewma tenê di salên navbera 1994-1999’an de serkomarî kir, û piştre deshelat radestî berendamên piştî xwe kir.

Wî di dema jiyana xwe da bi dehan xelat û nîşan wergirtin û tenê ji nîşanekê re got “NA”; ew jî nîşana Mistefa Kemal Ataturk bû ku dewleta Turkiyê dixwest bide wî, û Mandela yê mezin ew nîşan ji xwe re weke şerm dizanî. Wî di dema ku ew nîşan ret kirî de got; “Ji bo min xelatê mezin wê azadiya gelê Kurd be”.

Mandela ji ber têkoşîna wî ya bi rûmet ji bo bidawîanîna sîstema duçavkiya civakî (apartheid) li Afrîqaya Başûr, û sekna wî ya siyasî ya piştî serkevtinê ji bo hemû azadîxwazên cîhanê bû çavkaniya hêz û hêviyê.

Lê Mandela ne tenê ji bo îradeya xwe ya bi hêz di têkoşîna li dijî apartaydê de, lê piranî ji bo dîtina wekhevîxwazî, xwedûrgirtin ji tolhildanê, jêxweşbûn an efûkirinê, û piştgiriya bi têkoşîna li dijî newekheviyê re navûdengê cîhanî peyda kir.
Bi wê pêgeha xwe ya civakî û siyasî re, Nelson Mandela yek ji wan kesayetiyên siyasî ye ku wê şopa wî li ser têkoşîna mafxwaziya gelan heya dawiyê bimîne.

Kesayetiya wî ya qenc, nêzîkbûna wî ya mirovhez, îradeya wî ya bê şikan û dostayetiya wî ya bi bindesatn re, wê di dilê azadîxwazan de her tim bijî.