Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mano Xelîl: “Fîlma min ya din, li ser cerdevanan e”.

18:51 - 12 Adar 2014

H: Reşad Ozkan

Fîlma “Hengevan” (Der Îmker) derhînerê Kurd Mano Xelîl ku ji aliyê Kompaniyaya “Braveheart internatinoal” ve hatiye berhemanîn, niha li ser şaşeya sînemayên Alman tê ekrankirin. Sala borî vê kompaniyayê, herwisa û “festîvala fîlmên dekomentarî ya miyonşin” ku salane di meha Gulanê de tê sazkirin, fîlma “Hengevan” wekî fîlma herî baş hilbijartin.

Derhînerê Kurd Mano Xelîl salaa 1964’an li bajarê Qamişloyî ji dayîk bûye, û nêzî 20 sala ye ku li Swîsê dijî, û xwendina sînemayê li Çekislovakiyê bi dawî aniye. Nêzî 16 fîlman çêkiriye, û gellek xelatên navxweyî û navdewletî wergirtine.
Mano Xelîl wekî bînerekî li sînemaya “Arri-Cinema” ya li bajarê Miyonşin li fîlma xwe dinêrî. Piştî bidawîhatina ekrana fîlmê, “Rûdaw”ê ew hevpeyvîn di gel wî pêk anî.

Rûdaw: Hûn dixwazin ku bi filîma Hengevan çi peyamekê bidin bîneran?


Mano Xelîl: Di rastî de karê min şandina peyaman nine, ez çîrokan vedigêrim. Di sala 1992’an de min filîmek çê kir, li ser pirsa Kurd li jêr destê rejîma Sûriyê de. Ez heyama 20 sala ye ku li derveyî welat im, û çîroka gelê Kurd li Ewropa nîşan didim. Helbet bi alîkariya welatên Ewropayî, ne bi alîkariya Kurdan. Heya niha min tu alîkariyek ji hikûmeta Kurd, û televîzyonên Kurdî, peymangeha Kurdî, û partiyên Kurd wernegirtiye.

Rûdaw: Nêzî 20 sala ye ku ez li Swîsê dijîm, dema ku hûn fîlmê çê dikn, gelo hûn wekî Almanî hizir dikin, yan wekî Kurd?


Mano Xelîl: Sedî sed ez bi Kurdî difikirim. Ez Kurd im, ez zarok nebûm, dema ku hatme Ewropayê. Min yasa li zanîngeha Demişqê xwend, û piştre çûme Çekislowakiyê, ku wê demê temenê min 25 sal bû.

Rûdaw: Gelo bi raya we, em îro dikarin bêjin ku me Sînemaya Kurdî heye?


Mano Xelîl: Heya îro rojê sînemaya Kurdî tuneye, sînemaya Kurdî wê demê çê dibe, ku Kurdistan azad be. Wê demê ku sînema bo nîşandana fîlmên Kurdî bihê çê kirin, dema ku fîlmên min ne tenê li Miyonşin, Berlîn, Nemsa, û Swîsê, belkû li sînemayên Kurdistanê jî bihê ekrankirin, wê demê em dikarin bêjin ku sînemaya Kurdî heye. Dema ku me fîlmek çê kir, û ew fîlm beşdarî festîvala navdewletî bû, eva tê vê wateyê ku me sînemaya Kurdî heye. Ez dibêjim ku sînemaya Kurdî hêla ji dayîk nebûye. Renge diya sînemaya Kurdî pêgiran be, wate ew zarok ku sînemaya Kurdî ye ji dayîk bibe. Lê gelo ew zarok wê kêmendam be, ciwan dibe, jîr dibe, şêt dibe, kes vê yekê nizane. Ez hêvîdar im ku rojek ji rojan ji dayîk bibe. Hekî dewleta Kurdistan hate avakirin, wê demê sînemaya Kurdî tê avakirin.

Rûdaw: Têkiliyeke wisa di navbera derhîner û hunermendên Kurd de heye?


Mano Xelîl: Em hevdu nas dikin, heyamekê berî niha ez di festîvala sînemaya Duhokê de bûm, li wir, min gellek derhînerên Kurd dîtin. Hinek ji wan min taze nasîn. Diyar e ku bi sedema piştevanîkirina hikûmeta Herêma Kurdistan, ji sînemakarên hemû beşên Kurdistanê, êdî bi sedan fîlman hatine çê kirin. Derî vekirî ye, û her kes fîlmê çê dike. Tenê li ser malpera Wezareta Rewşenbîriya Kurdistanê, navê 640 derhînerên sînemayî ên Kurd heye.

Rûdaw: Gelo koalîteya fîlman çawa ye?

Mano Xelîl: Diyar e ku fîlmên curbicur hene, heke sînemaya Kurdî pêk hat, wê demê koalîte jî diyar dibe. Min jêve ye ku niha tiştek bi navê koalîteyê tuneye.

Rûdaw: Derhînerên Kurd ên Bakûra Kurdistanê, piraniya fîlmên xwe bi zimanê Turkî çê dikin, gelo em dikarin bêjin eva sînemaya Kurdî ye?


Mano Xelîl: Zimanê fîlmê ne giring e, riha fîlmê giring e. Hekî çîroka riha fîlmê bi Kurdî be, eva fîlm jî Kurdî ye. Mijara fîlmê her çi be, eva fîlma te bixwe, û ya welatê te ye. Hekî girêdayî rih û azadiya welat be, eva Kurdî ye.

Rûdaw: Kurd gellek kêm dixwîne, û gellek kêm jî diçe sînemayê, eva heya çi qasî asteng e li pêşberî vegeşîna rewşenbîrî û sînemaya Kurdî?


Mano Xelîl: Çima Kurd naçe sînemayê, jiber ku kultura sînemayê di Kurdistanê de tuneye, mêjiyê sînemayî di Kurdistanê de tuneye, û rexne jî tuneye, jiber ku Kurd bi çavekî ne şîrîn li sînemayê dinêre.

Pêştir dema ku bas ji kesekî xirap dikirin, digotin ew kes “Mehxwar, Qumarçî, Fîlm û Sînemaçî” ye. Helbet ev bîrkirin diguhere, hekî gelê kurd xwe ji destê dagîrkeran rizgar kir û serxwebûna xwe wergirt.

Rûdaw: Çêkirina fîlmê ji cem te, tê çi wateyekê?


Manao Xelîl: Ez xevnên xwe tînme cî. Xevna min geleke azad e, û ez bi riya sînemayê vê xevnê bi cî tînim.

Rûdaw: Wekî hunermendekî Rojavayê Kurdistan, tu çawa li rewşa welat dinêrî?

Mano Xelîl: Em bê hêvî ne, û dibînin ku Kurd yek nagrin, her malbatek çîrokekê dibêje û stranê distre. Gelê Kurd perçe perçe bûye. Hinek ji wan dibêjin ku me Kurdistan rizgar kiriye. Ji aliyekî din ve jî em dibînin ku 300 hezar Kurd reviyane û di kempan de jiyan dikin. Malbata min jî parve bûye, piraniya wan rû li welatên Ewropayî kirine. Birayê min di gel pênc zarokên xwe, reviyabûne kempa penaberan li Hewlêrê. Di hemen demê de hinek ji wan dibêjin ku me Kurdistan azad kiriye. Ka wan Kurdistan azad kiriye!?

Rûdaw: Gelo tu dikarî herî Rojavaya Kurdistanê û fîlman çê bikî?

Mano Xelîl: Hekî azad bû, ezê herim. Dîktatorê Sûriyê ku ciwanên Kurd di girtîgehan de dikuje, hêla jî peykerê wî yê çar metrî, di Qamîşlo de ye, gelo hekî heya niha peykerê Sedam li Hewlêrê ba, me wê gotiba ku Hewlêr azad e?!

Rûdaw: Niha hûn fîlmeke nû çê dikin, gelo naweroka vê fîlmê li ser çi ye?


Mano Xelîl: Li ser îxanetê ye. Diyar e ku heya îro jî bi hezaran Kurd îxanetê bi gelê xwe dikin, ji dijminan jî xiraptir. Mirov dema ku li dîroka Kurdistanê dinêre, dibîne ku hemû şoreşên Kurdistanê, bi sedema îxanetê têk çûne. Hertim îxanetkar di nav gelê Kurd de hebûye, bo mînak li Bakûra Kurdistanê bi hezaran cerdevanên Kurd hene ku Kurdan dikujin, di Başûra Kurdistanê de jî, 250 hezar caş (cerdevan) hebûn, herwisa di Rojhilata Kurdistanê de jî, cerdevan hene, ku li dijî azadiya Kurd û Kurdistanê kar dikin. Diyar e ku di hemû cîhanê de kesên bi vî rengî hene.

Em dixwazin ku bi vî awayî bi riya keçekê ku li Kurdistanê li bavê xwe digere, vê rastiyê nîşan bidin.