Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Master Pilana nû û çareseriya pirsa Kurd li Tirkiyê

13:42 - 22 Şibat 2016

Arif Vêlzî

Kuştina du polîsên Tirk li bajarekî sînorî ya vî welatî, jinû ve despêbûna şerê di navber gerîlayên “PKK” û artêşa Tirkiyê bi dû xwe re anî û bi kiryar, hewl û mandîbûnên Sê salî ên herdu aliyan, derheq bi encama “Piroseya Aşîtiyê” di Tirkiyê de hate pûçkirin, û piroseya navbirî bi fermî şikest xwar. Bi vî awayî qonaxekî nû û pir ji jan a şer di Kurdistana Bakûr de derket holê ku, piştî derbazbûna çend heyvan bi ser berdewamiya şer de, serbarê vê ku herdu alî zirar û xisarên zêde ên madî û canî dibînin, lê goriyê sereke di wan şer û milmilanêyan de, xelkê sivîlk û medenî ên Bakûrê Kurdistanê ne ku, heya niha bi dehan û sedan xort û jin û zarok li herêmên Şûra Amedê û Nisêbîn û Şirnax û Cizîra Botan û ....hwd bûne qurbanî û bi dehan hizar kesî jî mal û halên xwe bi cih hêlane û awareyî wan cihan bûne ku aram in û bajar û gundên wan di bin topraranên sipaha Tirkiyê de wêran bûne.

Piştî van şer û pevçûnên vê dawiyê ên di Tirkiyê de, bo cara sêhemîn di çend salên derbazbûyî de, serokwezîrê Tirkiyê “Ehmed Dawûdoxlû” di serdanekî de bo bajarê “Mêrdîn”ê ya ser bi Kurdistana Bakûr, paketek nû(Piroje) ya 10 xalî bi navê “Pilana bi kiryar li dijî tarorê” ku di medyayên Tirkiyê de bi “Mastêr Pilan” reklam jê re hat kirin, pêşkêş kir.

Helbet Paketa nû ya serokwezîrê Tirkiyê hevdem bû digel birêveçûna konfiransek netewî ya Kurdên Bakûr, li jêr navê “Konfiransa bidawî anîna şer û pirspêktîvên çareseriyê” ku, li bajarê Amedê û bi merema pêkhatina yekitiya netewî û gotarek hevpar di navbera hemû pêkhate û qewareyên Kurd li Kurdistana Bakûr birêve çû, da ku ji îro pêve hemû partî û aliyên Kurd di Tirkiyê de, bi yek deng û yek helwêst li hemberî dewleta Tirkiyê, berevaniyê ji mafên gelê Kurd bike, her eva ku hertim dewleta Tirkiyê weke xaleke lewaz a Kurdan dide zanîn û manorê li ser dide û dibêje ku, Kurd di Tirkiyê de xwediyê daxwazek diyarîkirî nine.

Herçend serbarê vê ku tewahiya partiyên Kurdistana Bakûr ku ji 8 partiyê sereke pêk tên, bo vê konfiransê hatibûne gzîkirin, lê mixabin careke din “PKK” û “HDP” siyasetek şaş girtin pêşiya xwe û konfiransa navbirî baykot kirin û tenanet bi awayek xirab jî bas jê kirin.

Niha merema min ev e ku li ser paketa nû ya Dawûdoxlû û herweha konfiransa partiyên Kurdî li Amedê bas bikim ku li hember hevdû sekinîn û bersiva hevdû dan.

Di paketa 10 xalî a hikûmetê de ku ji aliyê mediyayên ser bi hikûmetê ve bangeşeyek pozitîv û şiroveyên curbicur jê re hatin kirin, bi giştî çend xalkên cihê ramanê hene ku em dikarin tekezê li ser bikin. Bo mînak di xalekê de hatiye ku, gerek di despêkê de hikûmet ewlehî û asayîşa bajaran bigire destê xwe û biparêze, piştre gavên demokratîk avêje. Di xaleke din de dibêje ku êdî ji niha şûnde bona çareseriya pirsa Kurd di Tirkiyê de, rûyê me(Moxateb) li Ocelan û Qendîlê nabe. Di xaleke din de bas ji guherînkariyan di yasaya bingehîn a parêzga û bajêrvaniyan dike.

Di xaleke din de bas ji qerebûkirina wan kesan dike ku di pêvajûya şer de aware bûne û hevdem bas ji jinûve avakirina bajar û gundan dike piştî bidawîhatina şer û, ji hemûyan girîngtir ev e ku, yek car ji basî ji Kurdistan û Pirsa Kurd di Tirkiyê de nehatiye kirin.

Lê “Konfiransa bidawîanîna şer û pirspêktîvên çareseriyê” serbarê vê ku ji aliyê “PKK” û “HDP” ve hatibû baykotkirin, bi yek gotar û yek helwêst bersiva paketa hikûmeta Tirkiyê dan û ragehandin ku, çê nabe rûyê hikûmetê bona çareseriya pirsa Kurd di Tirkiyê de, tenê ji vê konfiransê û partiyên pişikdar di vê konfiransê de be, jiber ku tu piroje û paketek bê “PKK” serkewtî nabe û gerek em vê yekê qebûl bikin ku, partiya herî sereke û bihêz a Kurdistana Bakûr e û, hewce ye di pêvajûya danûstanên tevî dewleta Tirkiyê de, rola xwe bilîze.

Konfiransê herweha ragehand ku sekinandina şer yek alî nabe, lewra em daxwaza sekinandina şer ji her du aliyên “PKK” û artêşa Tirkiyê dikin da ku bi vî awayî, rê ji kuştara zêdetir a xelkê sivîl û bêberevan û herweha wêraniya zêdetir a Kurdistanê bê girtin.

Herweha çend şarezayên rewşa siyasî ya Kurdan di Tirkiyê de, ra û boçûnên curbicur di vê derheqê de hebûn ragehandin ku, ew xala ku bas ji parastina ewlehî û asayîşa bajar û gundan dike, bi wateya domandina siyaseta tundutûj û koştina xelkê bêtawan li jêr navê parastina ewlehî û asayişê tê. Hinek jî li ser vê baweriyê ne ku, guherîna yasaya bingehîn a taybet bi deshilata parêzgeh û bajêrvaniyan, di rastî de bi merema zêdekirina deshilata hikûmeta nawendê û hewdem bêdeshilatkirina parêzgeh û bajêrvaniyên Kurdan tên encamdan.

Di dawiyê de em dikarin bêjin, serbarê vê ku partiya deshilatdar di Tirkiyê de wate “AKP”, bi merema çareseriya nisbî a pirsa Kurd di Tirkiyê de, “Pirojeya Aşîtî” ya sê sal berî niha xiste rojeva siyasî a Tirkiyê, û di dawiyê de bi hinek sedemên zelal û eşkere piroje digel şikestê berbirû bû, lê Paketa nû ya Dawûdoxlû ku li bajarê Mêrdînê hat pêşkêşkirin, şerkewtî nabe, jiber ku Paket tenê berjewendiya dewleta Tirkiyê diparêze û, tenanet tu basekî ji pirsa Kurd û Kurdistanê di welatê Tirkiyê de nake ku xwediyê nêzî bi 20 milyon kes heşîmet e, û herweha pitir ji sedsalane ku bona bidestxistina mafên xwe dixebite û di vê pêxemê de bi dehan û bigre bi sedan hizar xortên xwe gorî kirine.