Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

.......Mecîd Heqî çalakvanê siyasî

14:11 - 25 Kanûna Paşîn 2014

H: Agirî

Eva çend sal in ku Komara Îslamî ya Îranê di nava hewildanan de ye ku parêzgeha Urmiyê (Azerbaycana Rojava) bi ser çend beşan de parve bike, û her carê bi hêcetên cur bi cur, û vê carê jî, ji zimanê Osman Ehmedî nûnerê bajarê Mehabadê, di Meclîsa Şêvra Îslamî ya vî welatî de, pêşniyara dirustkirina parêzgeheke nû bi navê Mokiryan, yan kurdistana bakûr xiste ber bas. Vê pêşniyarê helwest û dijkiryarên curbicur li pey xwe anîn, di vê derheqê de me hevpeyvînek digel birêz Mecîd Heqî çalakvanê siyasî pêk aniye ku deqa vê hevpeyvînê bi vî awayî ye:



1- Gelo hûn vê pêşniyarê çawan dinirxînin, gelo armanc xizmetkirina bi xelkê welat e, yan armanceke siyasî li piştî pêşniyareke bi vî rengî heye?

Bersiv: Li welatên demokratîk de dabeşkirina herêm an pêk anîna herêmên nû bi mebesta zêdekirina demokrasiya xwecîyî û berfireh kirina pêwendiya deselat û xelkê û her wisa berz kirina asta xizmetguzarî û xwe birêve birina welatiyane. Lê li welatên dîktator lêdayî wek Îranê, hukûmetên nawendî dema xwastine herêman dabeş bikin, berî her tiştekê armancek siyasî ji bo parastina deselata xwe li rêya kom kirina hêzên serkutker û kontrola zêdeye xelkê bi kar anîne. Baskirina ji wê mijarê ji aliyê nûnerê Meclîsa Îslamî ya Komara Îslamî rêzdar Osman Ehmedî bi hizra min dizivire ser ev asîmilasyon û zulma sêstematîk ku li herêma Urmiye (Azerbaycana Rojava) li aliyê Azeriyên şîe li ser Kurdan tê şopandin û em dikaribin wê yekê bi hawara kesekê bişubhînin ku karek ji bilî hawar kirinê ji dest nayê.

Lê xuya ye hem li serdema deselatdariya malbata Pehlewî û hem jî li hukimdariya Komara Îslamiye Îranê, hizra dabeşkirina herêma Urmiyê ji bo kontrol kirin an ji nav birina seha yekgirtiye neteweyî ya Kurd û biçûkkirina herêma Kurdistanê beşek li ecêndaya siyasî û leşkeriya wana bûye.

Eva ku çima heya niha ew pilane nehatiye cibicî kirin, tirsa komara Îslamî li geşekirina nasiyonalîzma Azerî bûye ku dikaribe wê deme bi rehetî li Azerbaycan û Tirkiyê we bê piştgirîkirin.

Di wê serdemê de jî ev mijare berî her tiştî bi armanca dijhev rawestana Kurd û Azerbaycaniyan hatiye rojeva siyasiye herême. Çunkî dijhev bûna wan netewane ku potansiyêla xwe sazmandan û xebat ji bo bidestanîna mafê netewî di nava wan de bilind e, dikare teoriya hewcehiya serkut û kontrola nawendiya netewên Iranê li aliyê dewletek bi deselat û serkutkar li nawendê de bihêztir bike.

2-Gelo çima pêkanîn û dirustkirina parêzgehên din di Îranê de, ew qas kêşe û dijkiryar li pey xwe neaniye?


Bersiv: Herêma Urmiye, herêmek fire çandî, olî û li warê jeopolîtik de herêmek hesas e. Du netewên Azerî û Kurd, xwediyê sehek bilinde netewî, potansiyel û hêzek mezin in ji bo pêşve birina armancên xwe yên netewî û bidestanîna mafên netewiye xwe. Em Kurd di wê baweriyê da ne ku herêma Urmiyê herêmek Kurdistanî ye û ji bo wê jî hem belgeyên dîrokî û hem ji belgeyên etnîkî û helkewta cuxrafi me hene. Li hember da Azerbaycanî jî bi hegera navê wê û deselata wan li bajarê Urmiyê û hin bajarên din de îdiaya wê dikin ku ew herême Azerbaycane û Kurd têde an mêvanin. Beşek li wan dijkiryaran li aliyê nasyonalîstên berçavteng ên Azerbaycaniyan ve hatiye gorê.

Eva ku ji aliyê Kurdan ve dijkiryar ji xwe hatiye nişandan, sebeba nîgeraniya wan ya jidestdana nasnameya Kurdistanî ya Urmiyê ye. Li nav Îranê de Komara Îslamî bi zanebûn xwastiye ew mijare bibe sebeba dijkiryaran ji bo ku Azerî û Kurd li hember hev rawestin û dijî hevbin. Bi vî awayî komara Îslamî dikare armancek mezintir li sinûrê Îranê bipêkîne.

Dijhev bûna Kurd û Azeriyan, dijhevbûna Kurd û Turkan li nav Tirkyê de jî li pey xwe tine, û dewleta Îranê dikare bi vî awayî piroseya aştiyê li Bakûra Kurdistanê paşve bêxe û huzûra nizamî ya xwe di herême de zêdetir bike.

3-Gelo bi raya we gelê Kurd û Azerî divêt di hemberî pêşniyareke bi vî rengî de çi helwestekê bigrin?

Bersiv: Herêma Urmiyê herêmek çend çand û ol û ayîn e. Gelê Kurd û Azerî bi sedan sal e bi hev re li vê herêmê de jiyan e. Ew herêma herêma hevbeş ya hemû ew mirovanen e, yên ku di herêmê de dijin. Hem ji bo Kurdan û hem ji bo Azeriyan, diviya hûmanîzm û mirovperwerî bingeha hevbeş û despêkî be. Axa bê mirov tu qîmeta xwe tuneye. Vekirina wê dosyeyê bi awayê ku komara Îslami xwastiye, berî her tiştekê bi armanca balkanîze kirina herêmê û dijhev ravestana gelên Kurd û Azerî bûye.

Lewma bi hizra min diviya ew du gelane, di şûna di hemberî hevdu de rawestanê de, bi alîkariya hev û bi awayekî întigire û havbeş di hizra birêvebirina hevbeşe wê herêmê de bin, û du netewên ku zulm li wan tê kirin û bin dest in, hevdu nekene bindestê hev.

Xasmayî berpirsayetiya Azeriyan div ê derheqê de, hîn pitir e, jiber ku bi hegerên olî ev xwedî deselat in û rewşenbîrên wana dikaribin gavên pozîtiv ji bo pêşerojek aştî û hevbeş bavêjin.

4-Gelo bi raya we erka li ser milên partiyên siyasî û bi taybetî PDKÎ di vê rewşa hestiyar de çi ye?

Bersiv: Partiyên siyasî diviya rola rêberî û avedankirina pira hevbendî û yeketiya netewî li seranserî Kurdistanê bigêrin. Diviya kûrahiya stratêjîye siyasî li wê mijarêde hin berfirehtir û dûrtir be. Xasmayî PDKÎ bi hegera dîroka xwe û xwedî şanaziya damezrandina Komara Kurdistanê li wê herêmede dikaribe bibe pirek mezine siyasî, û rêberiya pêvajoya hevjîniya siyasî û civakiya Kurd û Azeriyan bike.

Diviya ew mijare ji dîtingeha berjewendiyên bilinde netewî û stratêjiya pêşeroja netewa Kurd û aştiya herêmî bê dîtin.

5- Gelo hekî ew pîlana rejîmê ser bigre, zirara herî zêde kê dibîne, Kurd yan Azerî, yan her du?


Bersiv: Cîbicî bûna vê pîlanê hem bi zirara Kurdan e, û him jî bi zirara Azeriyan. Jiber ku ewa dibe sebeba kirîza nasnameyî û kûrtirbûna seha dijheviya di navbera wan du netewên serekî ên herêmê, û bi hêz bûna sinaryoyên wek Nagorn û Qerebax û Balkanîze bûna herêma me.