Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mehkemekirina terorîstên Îranê li Azerbaycanê

16:53 - 29 Tebax 2012

Kurdistanmedia: Terorîstên Sipaha Pasdaran ên ku bi armanca hewldan bo êrîş li dijî Balyozxaneyên Amerîka û Îsraîlê, li Bako hatin mehkemekirin.


Li gor nûçegihaniya “Radiofarda”, 22 kes ji endamên Sipaha Pasdaran a rejîma Îranê ku bi tawana hewla teror li dijî Balyozxaneyên Amerîka û Îsraîlê li Azerbaycanê hatibûn destbiserkirin, di dadgehek bajarê Bakoyê de hatin mehkemekirin.
Tawanbarên wê pirsê di dawiya Zistana îsal de hatin destbiserkirin ku pêwendî bi Sipaha Pasdaran a rejîma Îranê ve hebûn.
Herweha hemen çavkaniyê belav kir ku 11 sîxurên rejîma Îranê li Turkiyê hatine destbiserkirin, ku navên hin ji wan hatine eşkerekirin.