Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mêhmanperest: Kirîza abûrî derewên medyayên Rojavayê ye

13:50 - 4 Tebax 2012

Kurdistanmedia: Berdevkê Wezareta Derve yê Îranê li welatên Çînê di pêwendî li gel giranî û rewşa abûrî a Îranê, îdia kir: Eva ku Îran di kirîzê de ye “telqîn û direwên medyayên Rojavayê” ye.


Ramîn Mêhmanperest, Berdevkê Wezareta Drve yê Îranê got: Hin ji xelkê Çînê wusan difikirin ku Îran welatek şerrlêdayî ye û di kirîza abûrî de ye, lê eva tenê “piropagendeya Rojava”yê ye.
Mehmûd Ehmedînijad jî di berevanîkirin ji karnameya dewleta xwe, gotibû ku pirsên girîngtir ji giraniyê di Îranê de hene.
Li gor rapora “BBC”, giranî û pirsgirêkên abûrî di Îranê de heya qasekê zêde bûye ku alîgir û dijberên siyasetên Ehmedînijad di hundirî desthilata rejîma Îranê de jî dijkiryar nîşan dane.
Ehmed Cenetî, Berpirsê Şêvra Zêrevaniyê û Pêşnimêjê Demkî yê Tehranê, roja derbasbûyî di nimêja Înê de pirsgirêka abûrî bi “pirsgirêkek micit û taybet” da zanîn û got ku eva kirîzek siyasî ye ku “Amerîka dixwaze bi şikesta me di pirsên abûrî de siya xwe bikşîne ser Îranê”.
Berbi 67’mîn salvegerî damezirandina PDK Îranê