Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mehmûd Nûrî

13:26 - 24 Çirriya paşîn 2013

Hevpeyvîn: Rehîm Gergulî

Mehmûd Nûrî naskirî bi Xale Mehmûd Kurê Ebdulla, sala 1314’an(1935) li gundê Qereqesab a ser bi bajarê Nexedê hatiy dinê.

Mehmûd Nûrî her di despêka zarokatiya xwe de weke zarokên din ên Kurdistanê bi sedema hejarî û nebûna îmkanatên xwendinê, ji çûyîna xwendingehê bêpar dibe. Lê bi dirêjahiya temenê pêşmergatiya xwe û di PDKÎ de dikare xwendin û nivîsandina zimanê Kurdî hîn bibe. Xale Mehmûd di zarokatiya xwe de mijûlî karê Cotkariyê dibe û di temenê 18 saliyê de diçe xizmeta serbaziyê.
Xale Mahmûd derheq çavaniya nasîna PDKÎ dibêje: “ Serdemê Komara Kurdistanê bi başî tê bîra min. Wî çaxî desteyek ji pêşmergên Komarê li gundê me de xelk bona pêşmergatiyê perwerde dikirin, bo yekem car li wir min pêşmerge dîtin.

Wî çaxî temenê min 10 salî bû û hêviya min ev bû ku ez bilez mezin bim û bikarim bibim pêşmerge û çeka PDKÎ bikme milê xwe de”. Mehmûd Nûrî derheq tevlîbûna xwe bi PDK Îranê û refên pêşmergan re weha dibêje: “ Demsala zivistana sala 1357’an (1978) min tevî 30 kesên din, li komîte şaristana Şinoyê û li bal Mirad û Nebî Qadirî ku wî çaxî berpirsên komîte şaristana Şinoyê bûn navêxwe bona pêşmergatiyê nivîsand û bi awayekî fermî ji wê rojê ve ez bûme pêşmerge û di xizmeta PDK Îranê de me”.

Xale Mehmûd roja herî xweş a jiyana xwe weha tîne ziman: “Roja Ku ez bûm pêşmergê PDK Îranê û min çeka şerefê kire milê xwe de, heya roja şehîdketina Dr. Qasimlo, rojên herî xweş ên jiyana min bûn, ew roj bi qasekê xweş bûnku tu caran min hest bi vê yekê nedikir ku min jin û zarokên xwe bi cih hêlane û haydarî jiyan û qedera wan ninim”.

Di hember de Xale Mahmûd roja herî nexweş a jiyana xwe weha tîne ziman: “ Roja herî nexweş a jiyana min roja şehîdketina Dr. Qasimlo bû. Baregehên me li Mame Xetîb bûn ku xebera şehîd ketina şehîd Qasimlo dane me, birastî ez pirr nerihet bûm, jiber ku şehîdkirina wî derbeke mezin bû ku li PDKÎ û bi giştî tevgera rizgarîxwazî ya gelê Kurd di Kurdistana Rojhilat de dike.
Eva roja herî nexweş a jiyana min bû û heya roja ku dimirim jî, ez nikarim ji bîr bikim. Hewceyî basê ye ku şehîdketina Dr. Şerefkendî jî birînek bi êş û jan bû”.

Mehmûd Nûrî derheq jiyana xwe ya hevpar dibêje: “Sala 1355’an(1976) min tevî Zilêxa Heyderî xelkê bajarê Nexedê jiyana hevpar pêk anî û berhema jiyana me jî du Kur û keçek in. Lê mixabin salek berî niha Zilêxa ya hevjîna min bi sedema nesaxiyê canê xwe ji dest da, û xatirê xwe ji min û zarokên xwe xwest”.

Mehmûd Nûrî dibêje: “Hêviya min ev e ku PDK Îranê tevî Taqima ku ji partiyê veqetiyane cardin hevdu bigirin û herweha hêviyek din jî min heye, ew jî ev e ku rejîma Komara Îslamî biherife û cardin em vegerin kurdistanê”.

Xale Mehmûd rû li xelkê Kurdistanê dike û bi vê peyamê dawiyê bi hevpeyvîna xwe tîne: “Xelkê Kurdistanê! daxwaza min ji we ev e ku yekgirtî bin û zarokên xwe danêne ber xwendinê, da ku dîroka gelê xwe nas bikin û herweha daxwazê ji wan kesan jî dikim ku têkiliyên wan tevî Komara Îslamî hene û pişt li nîştimanû neteweya xwe kirine ku vegerin ser rêya rast, niha jî ne direng e”.