![](/weney-mallperr/2206.jpg)
Kurdistanmedia: Mehmûd Usman kesayetiyê naskirî yê Kurd bi boneya salvegera terora Dr. Şerefkendî, peyamek da.
Deqa peyamê bi vî awayî ye:
Em di Bîstemîn salvegera şehîdkirina Dr. Sadiq Şerefkendî, Sekreterê Giştî Yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li bajarê Berlîna Almanê ligel Fetah Ebdulî û Humayûn Erdelan ku li 17’ê Eylûla sala 1992-an de ji aliyê kirêgirtiyên Rejîma Komara Îslamî ya Îranê ve hatin teroro kirin, mehkûm dikin.
Tawanek terorîstî ku piştre ji aliyê dadgeha Mîkunosa Almanê hat piştrastkirin, tawanbarên vê bûyerê û hinek berpirsên Îranê hatin cezakirin.
Ji bo vê yekê em serê rêz û hurmetê ji bo wan şehîdên leheng û hevalên wî kirnoş dibin û daxwaz ji Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û hemû aliyên Kurdistanê nemaze di Rojhilata Kurdistanê dikin ku vê rojê bikin hincetek bo aramî û yekgirtin û bihêzkirina xebata hevbeş di pêxema gihîştin û avakirina sîstemek demokrat li Îranê de ku li çarçoveya wê de Kurd bigîjin mafên xwe.
Hezaran silav ji bo canê pakê wan şahîdan, şermezarî û serşorî bo terorîstan
Mehmûd Usman
17’ê Eylûla 2012’an