![](/weney-mallperr/7949.jpg)
Kurdistanmedia: dijkiryar û lêdwanên memûr û nerpirsên rejîma Îslamî a Îranê derheq kuştina Şeyda Hatemî, eyankerê desthebûna wan di kuştina navbirî de ye.
Li gor raporta kurdistanmedia; pêşî girtin ji şirove kirina cihê kuştina Şeyda Hatemî, kiçe xwandekara Kurd a xelkê Urmiyê û veguhastina bilez a termê wê bo nexoşxanê ji aliyê memûr û berpirsên rejîmê ve, ji egerên dest hebûna memûr û rayedarên rejîmê ji kuştina wê keça xwandekar e.
Kesek haydar ji vê bûyerê bi nûçegehaniya Kurdistanmedia re got: Şeyda Hatemî piştî derketin ji hemama xewtingeha Zankoyê, hevrîşî îrişekê hatiye û di encam de canê xwe ji dest daye û şûnwarên birîn bûnê li ser ser û çav û gewiya wê xuya bûn.
Nawbirî herwisan got: memûrên rejîma Îslamî a Îranê, serbarê vê yekê ku hat û çûna nava zankoyê qedexe nekirine, lê kirokiya cihê bûyerê jî nekêşabûn û heta tu dîvre çûn û kêfş kirinek bo peyda kirina bkujê vê keçê encam nedabûn.
Li gor nêrîna wî hemwilatî, ew hegerane û cehda memûrên rejîmê bo veşartina bikujên Şeyda Hatemî, nîşana dest hebûna memûran li kuştina wî hemwlatî de, didin eyanê.
Şeyda hatemî, kiça Omer yê temen 24 salî û xwandekarê karnasî a bilind di warê erd nasî a Zankoya Nazlûyê bû, berwara 01,02,2014an a zayînî, termê vê li xevtingeha endazyarî a kiştokaî a wê zanîngehê hate peyda kirin.