Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Merasima 68’emîn salvegera avabûna PDK Îranê di bingeha Deftera Siyasî a PDK Îranê hat lidarxistin

15:19 - 17 Tebax 2013

Kurdistanmedia: Bi hinceta 16’ê Tebaxê salvegera damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, rê û resmek di bingeha Deftera siyasî li bajarê Koyê birêve çû.
Li gor rapora malpera Kurdistnmedia, rê û resm roja înê 16’ê Tebaxa 2013’an, bi beşdariya endamên rêberî, kadr, pêşmerge, malbat, endamên PDK Îranê û her wusa nûnerên dezgehên ragihandin, Partiyên siyasî û mêwanên hêja, birêve çû.
Di destpêkê de bi xwandina sirûda netewî a “Ey Reqîb” û ragirtina deqeyek bêdengî bo rêzgirtin ji canê paqij ên şehîdan dest pêkir.
Piştre 68 kes li pêşmerge û malbat (jin û mêr)ên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi nîşana rêz girtin ji xebat û tekuşîn û her weha nîşandana wefadarî û emegnasî bo rêbaza Demokrat û bi dest girtina alaya Kurdistanê gazî kirine ser “Sin”a holê.
Paşan Mihemed Nezîf Qadirî endamê polîtburoyê PDK Îranê bi heceta vê rojê çend gutarek pêşkêş kir.
Mihemed Nazif Qadirî di axaftina xwe de behsa rewşa Kurdistana Başûr, Bakur, Rojava û Rojhilatê ya îro kir û derheqê hilbijartina Hesen Rûhanî bo serokomariya Îranê de got ku: “Rûhanî di warê navneteweyî de atmosferekî pozîtîf pêkanîye, lê ew atmosfer demkî ye. Ji ber ku di sîstema rejîma Îslamî a Îranê de biryara dawî ne di destê Rûhanî de, di destê Rêberê Olî de ye. Di demeke nêzîk de wê derkeve ku Rûhanî nikare qewlên xwe ku ji bo baştirkirina jiyana xelkê Îranê û dabînkirina mafên demokratîk dabû, cîbecî bike.”


Mihemed Nazif Qadirî di berdewamiya axaftina xwe de behsa Kongreya Neteweyî ya Kurd jî kir û got: “Divê hemû hêzên Kurd û Kurdistanî hewl bidin daku kongreya neteweyî li gor naveroka xwe pêkbê.”
Piştî axaftina Mihemed Nazif Qadirî sirûdek bi navê “Bijî Demokrat” ji aliyê kora huneriya PDK Îranê ve hat pêşkeş kirin û paşan peyama hevbeş a Yekîtiya Jinên Demokrat ên Kurdistana Îranê, Yekîtiya Ciwanên Demokrat ên Kurdistana Îranê û Yekîtiya Xwendekarên Demokrat ên Kurdistana Îranê ji aliyê “Kenêr Mêhfar” ve hate xwendin.
Piştre “Rêjge Behramî” pexşanek xwend û paşan hejmarek stranên folklorî hat xwandin.
rê û resma han bi guvend û dîlana bi dawî hat.
Partî aliyên siyasî ku peyama pîrozbahiyê bo marasimê rêkiribûn:


-Partiya Demokrat a Kurdistanê, liqa 24’a sefîn a lêjneya devera Koye
- Yeketiya Nîtimaniya Kurdistanê, mekteba rêxistin melbenda 14’a rêxistin Koye
- Tevgera Goran mekoa Koye
- Yegitûya Îslamî a Kurdistanê liqa Koye
- Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSKê
- Encumena penaberên Siyasî yên Îranê li Silêmaniyê
- Sendîkaya Endazyarên Kurdistanê
- Mekteba Siyasî a Partiya Şîuî Kurdistanê
- Mekteba Siyasî a Partiya Zehmetkêşên Kurdistaê
- Nawenda rêkxirawa Demokratîkên Yeketî a Nîştimanî
- Rêveberiya Perwerdeya Koye
- Mekteba rêxistina Partiya Şîuî li koye

Her di vê pêwendiyê de û bi boneya 68’emîn salroja damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê hejmarek partî û aliyên siyasî çepke gulek pêşkeşî rê û resmê kiribûn ku pêk hatina ji:

- Rêveberiya Perwerdeya Koye
- Partiya Demokrat a Kurdistanê, liqa 24’a sefîn lêjneya devera Koye
- Yeketiya Nîtimaniya Kurdistanê, mekteba rêxistin melbenda 14’a rêxistin Koye
- Tevgera Goran mekoa Koye