
Xelkê daxdar û kesûkarên şehîdên meha Xezelwer a sala derbasbûyî, bi destê rejîmê û bi fermana Xamineyî, kombûn û merasima Aşûrayê bi derfet zanîn ku yadekê ji hezaran şehîdên destê rejîmê bikin.
Di çendîn bajarên Îranê de zêdebarê vê ku xelkê tazîbar bi boneya Aşûraya Husênî, wêneyên kuştiyên xwenîşandana payîza derbasbûyî girtine destê xwe û Aşûra kirine yada şehîdên xwe û hevdem nifir û bêzariya xwe ji Yezîdê serdem an ku Xamineyî dane xuyakirin.
Di gelek bajaran de lawên tazîbarê Aşûraya Husêynî, di cihê nohe bo Aşûrayê, nohe û silogana wan, yad kirin û nav anîna şehîdên meha Xezelwerê bû.
Malbatên şehîdên destê rejîma cinayetkar, di nava nohe û siloganên xwe de digotin: Şehîdên Kerbelayê ji şehîdên Xezelwerê mezlûmtir nebûn, û Yezîd ji Yezîdê zemane bêrehmtir nebû.
Di nava wan merasiman de dayîkên şehîdan bi bidestvegirtina wêneyên kurên xwe yên şehîd, diqîrandin û digotin: We çima Kurên me ji me istandin?
Wan dayîkên cergşewitî, bi bilindkirina wêneyên şehîdên Xezelwerê, daxwaza mehkeme û cizadana encamderên cinayeta xezelwerê kirin.