Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Meşek ji bo piştevanîkirin ji girtiyên siyasî û sivîl hate lidarxistin

20:16 - 11 Kanûna Paşîn 2016

Kurdistanmedia: Di bajarê Hamborg a Almanyayê de ji bo piştevanîkirin ji girtiyên siyasî û sivîl yên di Îranê de, meşek bi rê ve çû.

Li gor nûçeyên ku gihane malpera Kurdistanmedia, roja Şemiyê 5’ê Çileya Paşîn a 2016‘an, bi alîkariya Komîteya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û hejmarek çalakvanê warê mafê mirov yên Almanyayê, meşek ji bo piştevanîkirin ji girtiyên siyasî û sivîl di Îranê de hate lidarxistin.

Di destpêka meşê de bi bilindkirina wêneyên girtiyên siyasî yên Îranê li pêşberî şaredariya Hamborgê „Rathaus“ kombûn, û piştre bi lêdana defê ji aliyê çend hunermendên Almanî û çalakvanên mafê mirovan, û gotina dirûşmên „azadî bo girtiyên siyasî û sivîl“ ber bi navenda bajêr meşiyan.

Di vê xwenîşandanê de, hejmarek berfireh ji endam û alîgirên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê beşdarî kiribûn.