Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Metirsiya jinaçûna zimanê Kurdî li Îlamê zêde dibe

19:53 - 17 Tîrmeh (Temûz) 2012

Kurdistanmedia: Siyaseta tunekirina çanda netewa Kurd li Kurdistana Îranê, ji aliyê rejîma Îranê ve bûye seba vê yekê ku hejmarek Kurdên Îranê tu girîngî bi zimanê Kurdî nedin.


Girîngînedan bi zimanê Kurdî ji aliyê xelkê ve, seba hejmûniya siyaseta asimîlekirina netewa Kurd ji aliyê rejîma îslamî a Îranê ve, bûye seba vê yekê ku Kurd jî zarokên xwe hînî zimanê Farsî bikin.
Metrsiya jinavçûna zimanê Kurdî li deverên Başûrê Kurdiatna Îranê bi taybetî li Îlamê, heta nûçegihaniyên rejîmê jî neçar bi lêxistina zenga metrisiyê kirine.
Nûçegihaniya Mêhr belav kir, niha pirraniya dayîkan zarokên xwe hînî zimanê Kurdî nakin û bi zarokên xwe re bi zimanê Farsî diaxivin, eva di halekê de ye ku di warê çandî ve eva nebaş e û gerek ew bi zimanê dayîkî li gel zarokên xwe biaxivin.
Di raporê de hatiye, dema Kurdek Îlamî di wî bajarî de dijî, gerek zimanê dayîkî ku zimanê Kurdî ye di destpêka zaroktiyê de hîn bibe, jiber ku zimanê dayîkê bandorek zêde di jiyanê de heye.
Pirsa han ji vê çendê de jî beteng nabe û hin ji malbat û dayîk di hewla guhertina nasnameya zarokên xwe de ne, eva derxerê vê çendê ye ku hejmûniya çandî û siyaseta paktawkirina çandî a Kurdan ji aliyê rejîma Îranê ve ye.
Rapora han amaje bi vê dike ku Kurdbûn her mîna Îlamîbûnê cihê şanaziyê ye û mixabin hin ji malbatan ji bo derbasbûn ji şunasa xwe, Kurdên Îlamê nasnameya Tehranê di nasnameya xwe de tomar dikin.
Karnasek warê civaknasiyê li Îlamê di vê pêwendiyê de bi nûçegihaniya “Mêhr” ragihandiye ku pirraniya zarokan li Îlamê dixwazin zimanê Kurdî hîn bibin, lê malbatên wan ji vê yekê rêgir dibin.
Nûçegihaniya Mêherê di halekê de rapora han belav kiriye ku zimanê Kurdî û zimanê daykî ên netewên din di qutabxaneyên Îranê de qedexe ye û rejîma bi mifahsitandin ji gişt îmkanatên berdestên xwe de helwa tunekirin û jinavbirina zimanên netewên din ên Îranê dide.