Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mezlom Kobanî daxwaz ji “Joe Biden”dike ku Suriyê ji komkujî rizgar bike

12:37 - 6 Şibat 2021

Fermandê Hêza Sûriya Demokratîka (HSD) “Mezlom Kobanî” gotiye ku hêvîdar im “Joe Biden” Serokomarê nû yê Amerîkayê bi stratîjiyeke nû ve Suriyê ji komkujî rizgar bike.

Mezlom Kobanî roja Pêncşemî 4ê Şibat 2021an, di civînekê degel rojnameya “El-Şeriq  El-Ewset” gotiye: “Pêka dîdarên me yên digel hêzên hevpeyman yên navetewî yên dijî “DAÎŞ”ê bi rêberiya Amerîkayê agehdarê wê yekê bûne ku Amerîka dixwaze opozîsyonên xwe dijî terorîstê zêde bike.

Herwisa di berdewamiyê de derheq danûstandinê wan digel rejîma Sûriyê gotiye: “Rejîma Sûriyê ji rêya çêkirina fitine û dijiayetî di navbera Kurd û Ereb dixwaze li Sûriyê nearamiyê biafirîne,  nabe em bikevine dafên rejîma Sûriyê de û Hêzên Sûriya Demokratîk qesta cihgîrkirina aramiyê di deverê de heye û digel hemû aliyan rê dikeve.