Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mihemed Kurdistanî

12:46 - 9 Kanûna Paşîn 2014

H: Rehîm Gergulî

“Hêviya min ev e ku partiya min ser bikeve, û ez bi serbilindî ve cardin vegerim ber deriyê wan malbatan ku xortên wan di refên PDK Îranê de, û di pêxema armancên gelê Kurd de hatine şehîdkirin, û bêjme wan ku ez ew kes im ku wefadar mame bi rêbaza xwe û xwîna şehîdan”.
Mihemed Bendat naskirî bi Mihemed Kurdistanî, kurê Resûl, sala 1346’an(1967) li gundê Kone Lacan a ser bi bajarê Pîranşarê hatiye dinê.

Mihemed Kurdistanî jî weke tewahiya zarokên din ên Kurdistanê di temenê 7 saliyê de diçe xwendingehê, lê mixabin bi sedema nebûna îmkanat û arîşeyên jiyanê tenê dikare sala yekemîn a qonaxa despêkî a xwendinê bixwîne, lê di xwendingeha şoreşê di dema pêşmergatiyê de, dikare ku qonaxa despêkî a xwendinê bi serkevtin ve bi dawî bîne.

Mihemed Kurdistanî derheq nasyariya xwe bi PDK Îranê re weha diaxive: “ Sala 1358’an(1979), ez tevî bavê xwe çûm û me di mîtînga Mihabadê de beşdarî kir, li wir bo cara yekemîn min PDK Îranê û Dr. Qasimlo nas kir. Herweha wî çaxî binkeya Yekîtiya Lawên Demokrat a Kurdistan Îranê li gundê me bû, û weke serşane têde endam bûm, û min erkên rêkxirawê cîbicî dikirin”.

Mihemed Kurdistanî tevlîbûna xwe bi PDK Îranê re weha tîne ziman: “Dema ku komîte şaristan li Gundê Kewperê bû, bi awayek fermî ez çûme wir, û ez bûm pêşmerge û heya niha jî li ser bîr û beweriyên xwe pêdagir im. Di heyamê pêşmergatiya xwe de, çar caran hatime birîndarkirin, cara yekemîn li ser rêya di navbera Serdeşt û Pîranşarê de, cara duyemîn li Sonê, cara sêyemîn di dema bombebaran kirina baregehên PDK Îranê li Sînemokê û cara çeremîn jî li “Xirê Kakênê” ku dikeve navbera gundê Kewper û Bêkosanê de, ez hatime birîndarkirin”.

Kurdistanî rojên herî xweş û ne xweş ên jiyana xwe weha tîne ziman: “Du rojên xweş di jiyana min de hene ku tu caran ji bîra min naçin, yekemîn ew roj bû ku bo cara yekemîn min Dr. Qasimlo ji nêzîk ve dît, û roja duyemîn ew roj bû ku ez bûme pêşmerge û niha jî 34 sal bi ser wê rojê de derbas dibe û niha jî şanaziyê bi derbazbûyiya xwe dikim, û li hember netewa xwe de xwedî vîjdaneke rihet im. Di hember de rojên nexweş di jiyana pêşmergatiya min de zaf in, lê roja herî ne xweş, ew roj bû ku nûçeya şehîdketina Dr. Qasimlo dane min ”.
Mihemed Kurdistanî derheq jiyana xwe ya hevpar dibêje: “ Sala 1365’(1986)an dema ku baregehên me li gundê Genedar a ser bi bajarê Pîranşarê bûn, peywendiya dildarî di navbera min û So’da Reşîdî de çê bû, min xwazbîniya So’dayê kir, lê bavê wê razî nebû bi zewicîna min bi wê re, lewra min So’da revand, û berhema jiyana me jî 4 kur û keçek e”.

Mihemed Kurdistan dibêje: “Hêviya min ev e ku partiya min ser bikeve, û ez bi serbilindî ve cardin vegerim ber deriyê wan malbatan ku xortên wan di refên PDK Îranê de û di pêxema armancên gelê Kurd de hatine şehîdkirin, û bêjme wan ku ez ew kes im ku wefadar mame bi rêbaza xwe û xwîna şehîdan”.

Mihemed Kurdistan rû li xelkê Kurdistanê dike û bi vê gotinê hevpeyvîna xwe bi dawî tîne: “ Ez sipasiya xelkê Pîranşarê bi giştî û bitaybetî xelkê deverên Berî Mêrgan û Berî Nelênê dikim ku hertim pişt û penaya pêşmerge bûn, û herweha daxwazê ji wan kesan dikim ku pişt ji netewa xwe kirine, cardin vegerin ser rêya rast, gelo ma hûn kî dikujin? ji kî re sîxoriyê (ajantiyê) dikin? Gelo ma em hemû Kurd nînin?”.