Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mihemed Nezerî nameyek ji Asime Cehangîr re şand

14:57 - 11 Adar 2017

Kurdistanmedia: Mihemed Nezerî ji girtiyên herî xwedîsabiqe, di Kurdistan û Îranê de, di nameyekê de bas ji êş û janên xwe û girtiyên mehkûm bi îdamê di Îranê de dike.

Li gora gotina navenda demokrasî û Mafê Mirovan, ew girtiyê siyasî ku nîva temenê xwe di girtîgehê de derbaz kiriye, 44 sal temenê wî ye, lê di wêneyan de wekî pîrekî 70 salî dixûye.

Mihemed Nezerî di heyama 23 salên hepsîmana di girtîgehên Urmiyê û Recayîşehr a Kerecê de, xûşk û dayîk û bavê xwe ji dest daye, tu carî nekarî di rêûresmên sersaxiya wan de beşdariyê bike.

Navbirî di vê nameya xwe de, bas ji hepsa ebed wekî hokarek bo jinavçûna malbatên girtiyan dike, û ji Asime Cehangîr daxwazê dike, ku di navendên mafê mirovan de, pêregihîştinê bi vê pirsê bike.

Mihemed Nezerî di beşeke din ji vê nameyê de bas ji vê dike, ku tenê guneh û tawana girtiyan, hebûna baweriyên dînî û meshebî û gilî û gazindekirina li bêdadiyê di sîstema Komara Îslamî de ye, hûn baştir dizanin ku di girtîgehan de, çi belayekê tînin sere van girtiyan, û sîstema qezayî ya Îranê tu nirxekê nade canê mirovan.

Navbirî di vê nameya xwe de, navê kesên wekî Mihemed Mêhdî Zaliye, Zahir Mostefewî, û Elîriza Keremiyê Xêyrabadî tîne, ku di girtîgehê de jiyana xwe ji dest dane.

Navbirî di wê nameyê de herwisa bas ji nexweşiya xwe dike û dinivîse ku: Serbarê vê ku li ser bingeha hizra pizîşkan, dibe ez herim nexweşxaneyê, tevî vê ku berpirsyarên girtîgehê îznê didin min, lê dezgeha Daweriyê, nahêle ez serdana nexweşxaneyê bikim.

Lewra ez daxwaza ji we wekî rêportera NY di warê mafê mirovan de dikim, ku hewlekê bidin, bona vê ku hepsa ebed bê kêmkirin bo heyameke diyarîkirî, da ku girtî bikarin serdana malbatên xwe bikin, û mafê mifahwergirtina ji îmkanatên pizişkî û dermanî hebin.

Hêjayî basê ye Asime Cehangîr derheq binpêkirina mafê mirovan di Îranê de, bi taybetî îdaman, bertengkirina azadiya ramanê, û ferq û cudahîdanîna li dijî jinan û kêmaniyên olî di rapora xwe de, nîgeraniya xwe nîşan daye.

Derheq Kurdên Rojhilata Kurdistanê Navbirî ragehandiye ku:

1-Yek li ser pênc a bidarvekiriyan Kurd in.
2-Nîva girtiyên siyasî ên Îranê Kurd in.
3-Zêdetir ji 122 kolber bi sedema Kurdbûnê ketine ber destrêja hêzên Komara Îslamiya Îranê.
4-Pirsa zulma li ser Kurdên Yarsan ya Ehlê Heq cihê nîgeraniyê ye.
5-Kurdistan wekî xwe îşare pê hatiye kirin, ne wekî navçeyên Kurdnişîn yan …hwd.

Wê ji rejîma Îranê daxwaz kiriye, ku îdama zarokan ragire, û kesên di dema encamdana tawanan de, temenê wan kêmtir ji 18 bûye, îdam neke.