Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mihemedemîn Agoşî bi dirûna lêvên xwe, daket nava girevê

21:31 - 20 Tebax 2016

Kurdistanmedia: Mihemedemîn Agoşî girtiyê siyasî yê Kurd ku di girtîgeha bajarê Tewrêzê de binçav e, heftiyek berî niha bi dirûna lêvên xwe daketiye nava gireva birçîbûnê de.

Malpera “HRANA” di vê derheqê de ragehand, piştî ku Mihemedemîn Agoşî dest avêt gireva birçî bûnê, bo qerentêneya benda taybet bi “Rûhaniyet”ê hate veguhazatin.

Li gorî rapora “HRANA” yê, dema ku heftiyek berî niha Mihemedemîn Agoşî daxwaza “Mirexesî”yê ji karbidestên girtîgehê dike, serbarê vê ku mirexesî pê nahê dayîn, belkî gellek sivikatî û bêrêzî jî pê tê kirin, lewra navbirî bi pêkve dirûna lêvên xwe dest avêtiye gireva birçîbûnê.

Mihemedemîn Agoşî di despêka demsala Havîna sala 1386’an a Rojî bi tometa sîxoriya bo Hikûmeta herêma Kurdistanê hatiye girtin.

Navbirî di despêka destbiserkirina xwe de heyamê 7 heyv û 20 rojan di “Odeya Takekesî” ya Qirqrgaha Remezan ya Wezareta Îtila’atê li bajarê Urmiyê hatibû zîndanîkirin, û piştre bi danîna kefaleya 150 milyon Tûmenî serbest hatibû berdan.

Piştre navbirî bi tawana “Moharibe” di dadgeha bajarê Urmiyê de, û ji aliyê Qazî Hafiz Xefarî ve bi cezaya Îdama ji rêya gullebaranê ve hate mehkûmkirin.

Di sala 1389’an a Rojî de keysa navbirî bo Dîwana Bilind ya Welat, taya 31 hate şandin û cezaya îdamkirina navbirî bo 10 sal hepsê hate kêmkirin.