Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mirina berdewam ya girtiyên nexweş di girtîgehên Îranê de

19:58 - 2 Kanûna pêşîn 2015

Kurdistanmedia: Salane hejmarek ji girtiyên siyasî, ji ber şertên nebaş ên tendurustiyêdi girtîgehên rejîmê de, tûşî nexweşiyên giran dibin ku ev jî dibe sebeba mirina wan.

Li gor rapora ku gihaye malpera Kurdistanmedia, pêrenegihîştina bi girtiyên siyasî di girtîgehên rejîma Îranê li warê tendurustiyê, di rewşek xirab û metirsîdar de ye. Berpirsiyarên girtîgehan bi awayek sîstimatîk, siyaseta pêrenegihîştina bi girtiyên siyasî li warê saxlemî û tendurustiyê de peyrew dikin.

Sedemên ku girtiyan rastî nesaxî û li encam de jî mirinê dike, nerîna ewlehî û siyaseta sîstimatîk ya rejîmê ye li dor girtiyan ku ji riyên cur bi cur ên weke pîskirina jîngeha girtîgehan, neşandina bîjîşkên pispor bo girtîgehan û herwiha rênedana bi veguhastina girtiyan ji bo navendên dermanî yên derveyî girtîgehan, nedayîna kincên taybet ên nexweşan, kelebçekirina dest û lingên wan, biha û giranbûna dermanan û … hwd dimeşîne.

Dermankirina van girtiyan di rewş û jîngehek wusa ya girtîgehan de bi awayek destpêkî û bêy veguhastina bi nexweşxaneyên derweyî girtîgehan tê encamdayîn û heya niha nûçeyên zaf lid or mirina hejmarek ji van girtiyan bi sedema derengmayîna tedawî û dermankirinê hatine weşandin ku mirov dikare îşare bi Huda Sabir, Muhsin Dukmeçî, Hesen Nahîd, Elborz Qasimî, Mihemed Himadî û Efşîn Usanlû bikin.

Xemsariya berpirsên bi nav dadweriya rejîmê û siyaset û reftarên rejîmê li dor girtiyên siyasî, bi yek ji nîgeraniyên herî mezin ên malbatên wan girtiyan û çalakvanên mafên mirovan tê hesbandin.

Eva jî di halekê de ye ku rejîma Komara Îslamî serbarê înkarkirina hebûna girtiyên siyasî di Îranê de, her sal ji aliyê rêxistinên navnetewî ên taybet bi mafên mirovan ve tê pirotesto kirin, û niha jî mixabin çendîn girtiyên siyasî di girtîgehên rejîmê de ji ber pêrenegihîştina sîstimatîk bi rewşa wan, bi mirinê re berbirû bûne.