Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mirina Şeyda Hatamî hiceteke bo daxistina zanîngehan

19:50 - 8 Adar 2014

Kurdistanmedia: Zanîngeha Urmiyê 15 roj pêş hatina Newrozê bi biryara berpirsên zanîngehê ji ber pêşgîrî ji dirêjiya narizayetiyan hat daxistin.


Li gor rapora Kurdistanmedia, berpirsan û herastên zanîngeha Urmiyê ji rûniştinên bilez û li nişkeve bi heceta tepesekirina narizayetiyên xwendekaran li ber kuştina Şeyda Hatemî, 15 roj pêş hatina Newrozê, biryara pîşûya zaningehan hat ragihandin.
Biryara han ya berpirsan û herasetên zanîngeha Urmiyê di demekê de hetiye gorê ku hêşta tû kes ji zanîngehên Îranê pîşûya Newrozê dest pê nekiriye û hemû salek pîşûya Newroza zanîngehên Îranê roja 15\'ê Adarê dest pê dike, lê li kiryereke namû de berpirsên zanîngeha Urmiyê 15 roj pêş hatina Newrozê biryara daxistin bi hinceta ragirtina narizayetiya xwendekaran derkirin e.
Heceta berpirsên zanîngeha Urmiyê di vê pîşûyê de ji hatina cejna Newrozê ragihandin.
Ewa di demekê ye ku rejîma Îslamî ya Îranê mehek berî niha pêş hatina Newrozê bi çalakvanên çandî û herwiha ew saziyên ku salên derbasûyî rê û resmên cejna Newrozê birêve biribûn, ragihandine ku îzna birêve birin û rêxistina tu rê û resmek li bajar û deverên Kurdistana Îranê di roja Newrozê de ninin.
Termê Şeyda Hatemî, keça Omer, temen 24 salî û xwandekarê karnasî a bilind di warê erd nasî a zanîngeha Nazlûyê bû, roja 1\'ê Adar a 2014\'an, termê vê li xevtingeha endazyarî a kiştokalî a wê zanîngehê hate peyda kirin û serbarî dengdana berbilav ye medyayan, narizayetiya berîn a xwendekarên zenîngeha han ji ber eşkerekirin û dadgehîkirina bikujan û hewla berpirsên rejîm û bitaybet berpirsan û herasetên zanîngeha Urmiyê ji pêşgîrî li pêdeçûna doseya wê lê ketewe.