Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Misr li ber ezmûnek dîrokî

14:59 - 23 Tebax 2012

Ebdula Hicab

K uştina 16 nobedarên sînûr li ser sînûrê di navbera Misr, zîwala Xeze û Îsrailê de rê ji ber guhertinên çarenûssaz di sîstema birêveberiya Misrê de vekir. Muhemed Morsi serokê nûhilbijartiye Misrê bi awayek hinek çaverê nekirî serleşkerên herî bilinde artêşa welat ji kar avêtin. Di serî de general Huseyn Tantawî, serokê Konseya xwedî hêze Leşkerî û wezîrê parastinê û general Samî Enan serokê erkana artêşê bi serkirdeyên hêzên hewayî, bejayî û deryayî re ji kar hatin avêtin û li ciyê wan efserên nû hatin wezîfedar kirin.

Serokkomar her wisan ew guhertinên ku artêşê beriya radest kirina deselata piştî Husnî Mubarek di yasaya giştiye welat de pêk anîbûn hilweşand. Di demekê de ku parlemana welat bi awayek fermî ji aliyê Konseya Bilinde Leşkerî ve hatiye hilweşandin, biryarên serokkomar xweserî xwe hem yasaye hem jî rêbaza birêveberiyê.

Bêdengiya artêşê li hember wê biryarê nîşan da ku êdî tabo an tilisma deselata bê reqîbê artêşê hatiye betal kirin, û her nebe di dema niha de serokkomar karî qonaxa yekê ya pilanên xwe yên demdirêj ji bo ava kirina deselatek olî ya li gor siyaseta Îxwan El Muslimîn cî bi cî bike. Eger ew pilan bi xatircemî bi ser neketibe jî, bi kêmî manovrek siyasî bû ku carê bi qazanca serokkomar û Îxwanan diçe pêş.

Giringiya bûyerê wê demê pitir xuya dike ku rola artêşa Misrê di siyaseta welat de û serbihorî û dewra generalên ku niha ji kar hatine avêtin di pêvajoyên siyasiye dawiyê de li ber çavan re tê derbaz kirin. Artêşa Misrê hem heta niha yek ji aliyên herî xwedî bandor di siyaset û birêveberiya welat de bûye û hem di demên hesas de bi xwe bi awayek raste rast welat birêve biriye.

Hemû serokkomarên piştî hilweşîna sîstema paşatiyê li Misrê di sala 1952ê de ji riya deselata xwe ya serbazî re derbazî posta serokkomariyê bûne. Di serhildana wê dawiyê ya xelkê Misrê li dijî deselata Husnî Mubarek jî dubare rola artêşê û general Tentawî çarenûssaz bû. Ji ber ku tenê wê dema ku ewan pişta xwe dane Mubarek, riya guherînan di welat de vebû û rêjîma Mubarek bi neçarî paşve gav avêtin.

Niha hemû ev generalên xwedî otorîte û deselat ji kar hatine avêtin û dezgeha birêveberiye artêşê, her nebe bi rûkeşî, li hember wê biryarê bê deng maye. Ev bêdengî tê maneya pejirandina biryara serokkomar û rûniştina otorîteya wî wekî fermandarê giştiye hêzên çekdar. Bi wê riyê ve serokkomar dibe kesê herî xwedî deselat li Misrê. Eger bê û artêş wê guherînê bi dil û ji bo heta hetayê bipejirîne, êdî serokkomarê nû wê bikare hemû pilanên xwe yên din ji bo ava kirina sîstema siyasiye li gor dilê xwe cî bi cî bike.

Lê li vir du pirsên sereke derdikevin; Ya yekê ka gelo çi armancên veşartî li pişt wê pilana serokkomarê nû hene? Ji ber ku nakeve çi aqilan ku ew bûyer tenê guhertina ciyê hinek generalan ji ber bê kêriya wan di parastina ewlekarî û berjewendiyên welat de hatibê encam dan. Pirsa duyê ewe ku wê encama wê biryarê li ser pêşeroja Misrê û ciyê welat di siyaseta herêm û cîhanê de çi be?
Çunku hem cîranetiya Misrê bi Îsraîlê re, hem ciyê Misrê di cîhana Ereb de gelek guman û pirsan çê dike ka gelo bûyerên navxweye welat wê bi çi awayî karîgeriyê li ser derudora xwe danên.

Her çend Serokkomarê nû îdeayên ku dibêjin armanca wî ji wê pêgava nû xurt kirina sîstema parastina asayîşa hevwelatiyan li hember terror û tundutîjiyê de ye, lê nayê veşartin ku encama wê biryarê dibe xurt kirina deselata serokkomar û bi riya wî re jî xurt kirina bandora Îxwan El Muslimîn bi ser siyaseta welat de.

Dema kesayetiyên xwedî deselata herî mezin di artêşê de ji kar hatin avêtin, wê zehmet be ku generalên nû bikaribin heman otorîteyê di demek kin de bi dest bixin. Ji xwe eger bê û xwestekek wan ji bo hêştina deselat û bandor artêşê di siyasetê de hebe jî, wê ew xwestek bi riya Îxwan re here pêş.

Di asta navneteweyî de bûyerên Misrê di her astekê de bin û bi her awayî herne pêş wê karîgeriya raste rast danêne ser pêwendiyên wî welatî bi Îsraîlê re. Ezmûnên şer û aştiya navbera her du welatan, pitir Îsraîlê neçar dike ku bi çavên vekirî bûyerên Misrê bişopîne.

Artêşa Misrê hem bi awayek fermî bi Îsraîlê re peymana aştiyê îmze kiriye û hem di warê ewlekariya sînûran de bi Îsraîliyan re hevkariyê dike, ku ew hevkarî bi qazanca her du aliyan diçe pêş. General Tentawî u generalên din yên ku ji kar hatine avêtin, eger çi dostên herî nêzîke Îsraîlê nebin jî, lê her yek ji wan ji bo bi cî kirina peymana aştiyê bi Îsraîlê re xwediye rolek diyar bûn.

Cîgirên wan, eger bê û bi yekcarî girêdaiyê Îxwan û serokkomarê wê bin, dikarin ji bo ewlekariya neteweiye Îsraîlê bibin tehlîke. Di heman demê de ew guhertin dikare baweriya navbera du aliyan de jî kêm bike û di encamê de her du aliyan neçar bike ku sermayeyek pitir ji bo paşde dana gef û tehlîkeyên rengeyî ji aliyê din ve bi kar bînin. Ji bo artêşa Misrê, rewşek wisan dikare bê manaya ji dest dana alîkariyên diraviye Amerîkayê, ku ji bo artêşa Misrê serekaniya herî mezine alîkariyê ye.

Misr weke welatê herî mezin û xwedî bandor di cîhana Ereb de jî dema bi yekcari kete destê hêzên tundreve olî, dikare bandora raste rast li ser welatên Erebe weke Sûriye, Urdun, Libiya, Tunîs, Yemen, Elcezayêr û Merakêşê danê. Ne dûre ku bikaribe bi awayek ne raste rast be jî bibe hegerê guhertinan li welatên weke Erebistana Seûdî, welatên derdora Kendavê, Îraq, Lubnan û hwd jî.
Eger artêş û Îxwan li Misrê bi hev re bibin yek, bê guman wê alîkariyê bidin hêzên hevbîr û bi wî awayî hemû cîhana Ereb ber bi şêweyeke nû ji xelafetê ve bibin ku wê carê navenda wê dikare bibe Qahîre.

Ji pêvajoya nû ya siyasiye Misrê re jî rewşa nû dikare bê maneya veqetandina rê. Bi awayekê ku hêviyên jiyana bi hev re ya hêzên îlmanî û yên girêdayî Îxwan El Muslimîn dikare bê çal kirin. Di gel ku artêş tu gav piştîvanê hêzên îlmanî û alîgirên demokrasiyê nebûye, lê di parastina parsenga navbera aliyên îdeolojîk de, artêşê dikarî û dikare xwedî rolek giring be. Dema artêş bikeve destê oldarên tundajo wê demê parseng bi qazanca hêzên tundrev tê guhertin û sîstema siyasî û birêveberiyê bi yekcarî rengê tundajoiya olî bi xwe ve digre.

Pêkhateya etnîkî, olî û civakiye Misrê bi awayekê ye ku tenê sîstemek ilmaniye dûreperêz ji pêşhukmî û yasayên olî dikare berjewendiyên giştiye hemû hevwelatiyan û mafê hemû qadên civakê biparêze. Di demên hesas de, her dema ku di nava civakê de aloziyek derdiket, artêşê dikarî ji ber wê baweriya ku di nava civakê de bi dest anîbû, parsengê biparêze û nehêle ku aliyek bi ser aliyê din de bi ser bikeve. Dema artêş kete destê Îxwan û serokkomarê ciyê piştewaniya wan, wê demê wê komele û girûpên ku kêmaniyan pêk tînin baweriya xwe bi artêşê ji dest bidin. Ew rewş dikare ji arîşeyên mezin re rê veke û civakê ber bi aloziyên bi tehlîkeve bibe.

Artêşa Misrê heya niha nobedarê demokrasiyê û deselata sivîl nebûye, lewma kêm bûna deselata wê, eger bi riya demokratîk, li gor biryara parlemanê û bi merema xurt kirina deselata saziyên sivîl ba, wê ji bo demokrasiyê biba bingehek baş. Lê tirsa sereke ewe ka gelo çi hêzek wê ciyê otorîteya generalan bigre û wê ji niha û pêve artêş çawan bikeve xizmeta îdeolojiya deselatdaran. Ew rewş dikare senarioyek weke ya Îranê bixuliqîne ku ne ji bo demokrasiyê tu faydeya wê heye û ne jî ji bo ewlekarî u asayişa cîranan.

Di bin dudilî û gumanek mezin de, tenê rê ewe ku hêvî bê kirin serhildana Misrê ber bi dawiyê ve gavan neavêje. Ya ber bi aqilane ewe ku hem artêş xwe ji karubarên birêveberiya medenî paş ve bikêşe û deselata rastîn bispêre nûnerên hilbijartiye xelkê, hem Îxwan wê rastiyê bipejirîne ku êdî serdema vejiyandina xelafetek nû nîne.

Berjewendiyên Misr û herêmê di wê de ye ku kêşankêşa navbera Îxwan û Artêşê bi qazanca pêşvebirina demokrasî û vebûna siyasî bê bi kar anîn û bi wê riyê deriyê demokrasiyê bê vekirin. Ew rewş wê bandorê li ser hemû heremê danê û ji bo serhildana Sûriyê û welatên dine Erebî jî bibe mînakek baş. Li derveyî wê yekê, wê peşkên agirê ku li Misrê pê dikeve, hemû herêma Rojhilata Navîn bigre.