Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Misr: Piştevaniya Îranê ji rejîma Sûriyê rêgirê pêwendiyên navbera Tehran û Qahire ye

15:47 - 19 Îlon 2012

Kurdistanmedia: Mihemed Mursî Serokkomarê Misrê di rûniştinekê de li gel Elîekber Salihî pêdagirî li ser berdewamiya got û bêjan li ser pirsa Sûriyê kir.


Li gor rapora “Radyofarda” Berdevkê Mihemed Mursî roja Sêşemî berwar 18’ê Îlona 2012’an, ragihand ku Mihemed Mursî di hevdîtina li gel Elîekber Salihî Wezîrê Derve yê rejîma Îranê de gotiye ku piştevaniya rejîma Îranê ji rejîma Beşar Esed, sebebê pêwendiyên navbera Tehran û Qahire ye.
Yasir Elî, Berdevkê Mihemed Mursî amaje kir ku Serokkomarê Misrê di vê hevdîtinê de pêdagirî kiriye ku bi navê Serokkomarê Misrê nikare raya giştî a welatê xwe ku li dijî rejîma Beşar Esed e ji berçav negre.
Rejîma Esed, dewleta ku bi gotna Mursî, “zimanek tund û kirayrên tund û tûj li dijî xelkê xwe birêve dibe”.
Mihemed Mursî meha derbasbûyî jî di civîna Welatên Bêalî li Tehranê de beşdar bû û li wir jî pêdakirî li ser piştevanêî ji xwelkê nerazî yê Sriyê kir.

Girûpa çar alî ji Îran, Misr, Turkiye û Erebistana Seûdî pêk tê ji bo pirsa Sûriyê. Eva di halekê de ye ku rejîma Îranê bi caran Erebistana Seûdî û Turkliye bi piştevan û alîkarên dijberên rejîma Sûriyê daye zanîn û Misrê jî piştevaniya xwe ji şoreşa Sûriyê nîşan daye.

Dîplomatên Rojavayê hêviyek ji serkevtin a girûpa çaralî a ji bo pirsa Sûriyê ninin. Ew rikeberiya û nebûna baweriyê di navbera Îran û Erebistana Seûdî de bi sebebek girîng li ser riya serkevtina wê girûpê diznin.
Rûniştina din a Girûpa Çaralî di kêleka civîna Saziya “NY” li Nêwyorkê dibe.