Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mistefa Hicrî: Hilbijartina azad di Komara Îslamiya Îranê de nikare bi rê ve here

15:12 - 16 Şibat 2016

Kurdistanmedia: Sekreterê Giştî ê PDKÎ Mistefa Hicrî di gotûbêja digel malpera DW beşa Frasî dibêje ku beşdariya di hilbijartinê de, ku Komara Îslamiya Îranê wê endazyarî dike, di rastî de dengdan e bi nûnerên rejîmê.

Sekreterê Giştî ê PDKÎ Mistefa Hicrî di vê gotûbêjê de li ser sedemên baykotkirina hilbijartinê bi vî awayî bersiv dide: “Em digel her cure hilbijartnekê ne, lê hilbijartineke azad di Komara Îslamiya Îranê de îmkana wê tuneye. Lewra beşdarîkirina di vê hilbijartinê de dengdan e bi nûnerên rejîma Îranê”. Herwsa li gora gotina Xamineyî ew yek hêz û qavetê dide Komara Îslamiya Îranê. Lewra PDKÎ ku li dijî vê rejîmê xebatê dike, xwezayî ye ku di hilbijartinê de beşdar nebe”.

Navbirî di bersiva vê pirsê de ku gelo hemwelatiyên Kurd ên Îranê vê pêşwaziyê ji bangewaza PDKÎ bikin, dibêje: “Partiyên Kurdî ji aliyê Komara Îslamiya Îranê ve neyasayî hatine ragehandin û çalakiyên wan û karê wan berdewam di bin çavdêriya hêzên ewlekariya rejîma Îranê de ne. Ji aliyekî din ve em nabêjin ku tewahiya Kurdan girêdayî bi opozisyona Kurd in, lê her partiyekê li gora binkeya civakî, çalakiyên xwe û organîzekirina endamên xwe, hin endamê û alîgirên wê hene ku guh didin daxwazên PDKÎ û di hilbijartinê de beşdar nabin”.

Mistefa Hicrî derheq bêhurmetiya bi Kurdan jî got: “Ji bîra me neçûye ku demekê dixwastin parêzgarekî Kurd ji bo vê postê diyarî bikin, lê piştre ragehandin ku me kesekî kêrhatî di nav Kurdan de nedît û lewra me Kurdek diyarî nekir”. Bi baweriya me ew yek ne tenê cîbicîkirina sozên wan nebûye, belku bêhurmetiyeke eşkere jî bûye bi Kurdan”.

Hicrî ragehand: “Rewşa hilbijartinê vê carê wê di Kurdistanê de ji salên berê sartir be, ji ber ku şêvra nobedar kêrhatiya (selahiyeta) gellek kesî ret kiriye, û bêhêvîtiya xelkê Kurd ji wan sozên ku bi wan hatibûn dayîn ew êşandine.

Herwisa di vê hevpeyvînê de Ebdullah Muhtedî sekreterê giştî ê Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê jî beşdar bû ku navbirî li ser sedemên baykotkirina hilbijartinê got: “Em alîgirê hilbijartineke azad û bi însaf li ser bingeha pîvanên navneteweyî ne. Biryarnameya konferansa “beyn El-mecalis” ku pîvanan û çawaniya pêvajoya hilbijartineke bi însaf û azad aniye holê, û di cîhanê de jî hatiye naskirin, dibe pîvana karê me be”.