Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mistefa Hicrî: “Jidestçûna Dr. Kemal Mezher, xisareke mezîn bû bo gelê Kurd û bi taybet bo PDKÎyê”

12:28 - 17 Adar 2021

Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ, “Mistefa Hicrî” bi hilkefta koça dawî ya Dr. “Kemal Mezher” peyameke sersaxiyê belav kir.

Deqa peyamê wiha ye:

Peyama sersaxiyê bi hilkefta koça dawî ya Xwedêjêrazî Dr. “Kemal Mezher”

Nûçeya koça dawî ya Dr. “Kemal Mezher” li roja Sêşemî 26`ê Reşeme ya sala 1399`an a Rojî, (16`ê March a sala 2021`an) bû sedema xemgîniya me hemû aliyekê.

Xwedêjêrazî Dr. “Kemal Mezher”, zanayekî xuya yê warê dîroknivîsiyê bû, ku çendîn sal ji temenê xwe terxanê serastkirina wan çewtekariyan kir ku dujminên Kurdan bi niyeta sextekirina dîroka wê netewê nivîsîne; Tevî vê yekê ku Kurdek welatperwer û xebatkar bû û bi rêya bisporî û şarezahiya xwe ve xizmetên zêde û berçav bo gel û welatê xwe kir.

Dr. “Kemal Mezher”, dostê nêzê şehîd “Dr. Qasimlo” û PDKÎ bû ku heta dawiya jiyana xwe, ew dostayetî her berdewam bû.

Jidestçûna Dr. “Kemal Mezher”, xisareke mezin bo netewa Kurd û bi taybet bo PDKÎ bû û bîr û yada wî zanayê hertim di dilê me de dê zindî bimîne.

Bi hilkefta koça dawî ya Dr. “Kemal Mezher”, em sersaxiyê dibêjne malbata wî ya rêzdar û kesûkarên wî û herwisa civaka akademîk û zanayên nîştimanperwer, û xwe bi hevparê xema wan dizanin.

Silav û rêz bo canê paqij ê Xwedêjêrazî Dr. “Kemal Mezher”

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Lêpirsyarê Giştî

Mistefa Hicrî

27ê Reşeme ya 1399`an a Rojî

17`ê Adara 2021`an