Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mistefa Hicrî: Koça dawiya Teyfûr Bethayî cihê xemgîniya me hemûya ne

18:34 - 11 Îlon 2020

Lêprsyarê Giştî yê PDKÎ, Mistefa Hicrî, bi boneya koça dawî ya Teyfûr Bethayî peyamk belav kir.

Deqa peyamê wiha ye:

Koça dawî ya Teyfûr Bethayî, kesayetiyekî şoreşvan û hunermend û nivîserê Kurd cihê xemgîniya me hemûya ne. Bi wê boneyê em sersaxiya xwe pêşkêşê malbata xwedêjêrazî û heval û nemaze hunermendên Kurd û xelkê têkoşer yên bajarê Sineyê dikin. yad û navê wî bilind

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Lêpirsyarê Giştî

Mistefa Hicrî

21ê Xermanan a 1399an a Rojî

11ê Îlon a 2020an