Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mistefa Hicrî: Nabe ku em çaverê bin ku hikûmetên derve bên û Komara Îslamiya Îranê biherifînin, yan Komara Îslamî neçar bikin ku mafê me bide, dibe em bixwe bibandor bin, û Rojhilat dibe ku bibe hêzeke bibandor

22:40 - 6 Çirriya paşîn 2017

Stratejiya nû ya Amerîkayê li hemberî Îranê û pêşwazî û piştevaniya PDKÎ ji vê stratejiyê, tewera sereke ya gotûbêjeke taybetî ya TISHK TV ye, digel rêzdar Mistefa Hicrî sekreterê giştî ê PDKÎ ku eva jêr deqa vê ye.

H: Sabir Fetahî

Pirs: Dawî stratejiya Amerîkayê li hemberî Îranê hûn çawa dinirxînin?


Bersiv: Tramp çi di bangewaza hilbijartinê û çi jî di heyama van deh mehên serkomariyê de, berdewam nerazîbûna xwe derheq rêkevtina Bercamê de, ku pêwendiya wê bi pirograma etomî ya Îranê ve heye, nîşan daye, û niha jî di hewlê de ye ku ew sozên ku di bangewaza hilbijartinê de dabû xelkê, cîbicî bike. Tramp ser vê baweriyê ye ku ew rêkevtin nivîşkan e û dibe ku pêdeçûn bi ser de bihê kirin, bo vê ku garantiya destpêregihîştina Komara Îslamî bi çeka etomî misoger bike. Niha ew mesele bi kongireyê spartiye, da ku biryarê li ser bide, û heya du mehên din encama danûstandinên xwe ên digel dewletê wê ragehîne, û hekî negihîjin encamê, Tramp bixwe yekalî wê ji vê rêkevtinê vekêşe. Derketina ji vê rêkevtinê wê gellek kêşeyên mezin derheq gemaroyan de wê ji Îranê re çê bike.

Xeynî rêkevtina Bercamê pirsa Spaha Pasdaran jî heye, ku niha xistine jêr gemaroyan de, jiber ku pêştir tenê Spaha Quds ya ser bi Spaha Pasdaran li bin gemaroyan de bû. Ew daxwaziyên din ku Tramp daxwaza wan dike ew e ku dibe Îran stûxwar be li hemberî wê de ku alîkariya terorîzma navçeyî neke, û detsêwerdanê di nava karûbarên cîranan û Îsraîlê de neke, û îznê bide ku çavdêriya navendên leşkerî û mûşekî ên Îranî bihê kirin. Ew yek ew tewer in ku em wekî PDKÎ bi sala ye em daxwaza wan dikin, û em dibêjin ku Komara Îslamî rejîmeke terorîstî ye, û hewl dide bo bidestxistina çeka navikî. Rêkevtina Bercamê bûye sedema vê ku derfeteke din bo Komara slamî bê pêş, pereyên bilokkirî ên wê di bankên Amerîkayê de radestî Îranê bêne kirin, û hemûyê jî bo kar û kiryarên terorîstî û têkderiyê di nava karûbarên herêmê de bi kar tîne, em kêfxweş in ku niha hikûmeta Amerîkayê gihaye vê qenaetê li ser Îranê ku em bi salan e bas jê dikin.

Em pêşbînî dikin ku bernameya Tramp bibandor dibe û derfeteke baştir bo hemû azadîxwazên Îranê û bi taybetî bo Kurdan pêk tîne ku em xebata xwe li dijî rejîma Îranê vegeşînin.

Pirs: Wekî we kerem kir, Tramp di bangewaza xwe de bas ji hiloşandina Bercamê dikir, lê heya niha nekariye vî karî bike, gelo hewlên wî têrê nekirine, yan jî qonaxên yasayî hewce ne ku bibire da ku bikare wê hiloşîne?

Bersiv: Ya ku niha Tramp digel de berbirû ye, cuda ye, digel ya berî hilbijartinê û di serdema serkomariya Obama de, hemû welatên Ewropî hevdeng bûn li ser tehrîmxistina li ser Îranê bi awayekî ku Komara Îslamiya Îranê teslîm be û bê ser maseya gotûbêjê, û îmtiyazan jê bistîne. Di wê demê de ew serkevtî bûn, û pêkve ligel welatên Ewropî Komara Îslamî neçar kirin ku vê girêbestê îmza bike, lê ya ku Tramp îdia dikir, ku ewê rêkevtinê bidirîne û li bin de derdikeve, wisa xûya ye ku niha berjewendiya wan di wir de ye ku rêkevtin di cihê xwe de bimîne, lê ew yek bê reformkirin, û ew yekgirtûyiya ku hevpeyman û hevakarên Amerîka li Ewropa de pêştir li ser rêkevtina Bercamê hebûn, niha nemaye, niha daxwaziyên wan ew in ku pêwendiya wan digel Îran asayî bin, û ew bazerganî û sermayeguzariya xwe di Îranê de bikin, û ew qazanc û berjewendiyên ku di Îranê de dibe para wan ew jê bê par nebin, di heman demê de ew hevalbend jî pêdagirî dikin ku nabe Bercam bihiloşe, lê ew jî ku pêdagir in ku Komara Îslamiya Îranê dibe destêwerdanên xwe di herêmê de bidawî bîne.

Pirs: We bas ji destêwerdanên Îranê kir, her du rojan piştî stratejiya nû ya Amerîkayê û gotinên Tramp me dît ku Îranê bi alîkariya Heşda Şe`ibî hat û beşek ji navçeyên Başûra Kurdistanê dagîr kir, gelo ew yek çi digehîne?

Bersiv: Bê guman Komara Îslamî jî nerazî ye bi vê bernamê ku îdareya nû ya Amerîka dixwaze li dijî wan bibe pêş, û ew jî dixwaze ku dijkirayê nîşan bide, ku di wir de ye ku şer û pevçûn wê rû bide. Lihevketin yan pevçûn şert nine ku hetmen bi awayê leşkerî be, lê ew reftarên Komara Îslamî û ew pêdagiriyên li ser domandina bernameyên şaş ên xwe di herêm û di cîhanê de, dikarin bibin sedema vê ku dubare Tramp di nava hevpeymanên Ewropî de, hevpeymanan bo xwe bi dest bîne, û bikare digel wan zextê bixin ser Komara Îslamî ya Îranê.

Pirs: Di pirsa berê de min bas ji vê kir ku Tramp nekariye piştevaniyeke wisa bi dest bîne bo biryarên nû ên xwe, gelo we jêve ye ku welatên 5+1 li hemberî vê biryarê de bisekinin?

Bersiv: Li hemberî hiloşandina Bercamê de disekinin, lê li hemberî gemaroyên din ên Îranê cuda ji bernameya etomî û bi boneya vê ku Spaha Pasdaran hêzeke terorîstî ye û cinayetan dike, dijberiya xwe digel Îsraîlê her dirêjiyê pê dide, û destêwerdanê di nava welatên navçê de dike, û roj bi rojê zêdetir nifûza xwe zêde dike, welatên din ên cîhanî û bi taybetî ên Rojavayî digel de hevdeng in.

Dibe ku em li vir de hûrbîn bin ku pirsa Bercamê digel serpêçiyên din ên Komara Îslamî cuda ne, û Ewropî hizra wan û boçûna wan ew e ku nabe Bercam bê hiloşandin, lê ew jî alîkariya Amerîkayê dikin, ku dibe bê îslahkirin, Armanca eslî jî ew e ku ew girêbest di serdemê Obama de hatiye amadekirin, ku piştî 10 yan 15 salên din, ku baş li bîra min de nine, Îran dubare dikare Oranyomê bimehîne, û bi awayekî wê destên wê bigihîje çeka etomî. Dixwazin wisa pêdeçûnê bi ser de bikin ku Komara Îslamî nekare çeka etomî bi dest bîne, û di vê de jî Ewropî jî alîkariyê dikin, ji bilî vê basa din, dikeve ser wan gemaroyên ku dixwazin bixin ser Îranê, derheq serpêçiyên din de ku di herêmê de min bas kir.

Pirs: Di axavtinên Tramp de zêdetir ji deh caran navê Spaha Pasdaran hat û Wezareta Xizînedariya Amerîkayê jî, gemaro xiste ser vê hêza terorîstî, we kerem kir ku hekî ew biryarên Tramp bêne cîbicîkirin, xebata xelkê Îranê û kurdên Rojhilat jî wê bigihêje encamê, lê hekî kongirês berevajiyê Tramp biryarê bide, wê çi encamek heb?

Bersiv: Ya ku niha di ber dest de ye û heye, emê bas ji vê bikin, gellek zehmet e ku em bikarin pêşbîniya pêşerojê bikin ku wê çi lê bihê, eva ku niha di gorê de ye, ewe ye ku li gra qanûna Ewropa kongire dibe da ku heya du mehên din ew me`imûriyeta serkomar cîbicî bike da ku di bara Bercamê de nezera xwe bêje, ku gelo kongire gel de ye ku Amerîka ji vê rêkevtinê vekêşe yan na, niha Tramp dibêje ku hekî Bercam negiha encamê, yekalî ewê ragehîne, ku ji vê rêkevtinê wê vekişe, û di biyavê yasayî de jî dikare vê yekê bike, lê min jêve ye ku karekî rast û baş kiriye ku erkek bi kongirê spartiye bona vê ku hevkariya kongirê jî bi aliyê xw erakêşe, piştî vê jî çi bi ser de tê, em nikarin pêşbîni dikin, lê li gora vê siyasetê ku heya niha Tramp ragehandiye, min jêve ye ku aliyê kêm ya karê ku derheq rêkevtina Bercamê tê kirin ew e ku reform bikin, ew xalên ku hikûmeta nû ya Amerîkayê jêve ye cihê gumanê ne, û derfetê dide Komara Îslamî di poêşerojê de çeka etomî bi dest bîne, îslah bikin da ku nekare bi dest bîne, hekî ew yek nebe, her wekî Tramp ragehandiye renge yekalî ragehîne ku ji rêkevtinê tê der.

Pirs: Spaha Pasdaran gemaro ketiye ser, lê hekî bixin nava lîsteya reş de, xebata xelkê Rojhilat wê bigihîje kuderê, yan jî encama xebata xelkê Îranê wê çi bi ser de bê?

Bersiv: Dibe ku meseleya Komara Îslamî, em yekparçe berçav bigrin ku Spaha Pasdaran jî beşeke bihêz ya vê rejîmê ye, dema ku ew rejîm li jêr gemaroyan de be, lawaz dibe, û derfeta xebata cidîtir bo xelk li dijî vê rejîmê çê dibe, rejîma Îranê neçar dibe ku dest û piyên xwe dirêj neke, û destêwerdanê di nava karûbarên welatên cîran de neke, û şer û ajawê nehêle, ew yek bi tewahî di berjewendiya xelkê navçê û xelkê Îranê de ye, derheq vê yekê de em pêşwaziyê ji biryara hikûmeta nû ya Amerîkayê dikin, lê ew yek nahê vê watayê ku ew bernameya hemû jî here pêş, em wekî Kurdên Rojhilat rawestin û çaverê bin ku ew gemaro bikarin rejîma Îranê biherifînin. Em wekî Kurdên Rojhilat bona vê ku em bikarin ji derfetên guncaw ku di pêşerojê de têne pêş, bikarin yekgirtû û hişyar bin, bona vê ku xelkê Kurd li Rojhilat bikare li dijî Komara Îslamî xebata xwe bidomîne û bêje cîhanê ku mafê wan hatiye binpêkirin û daxwaza mafê xwe dike.

Pirs: Çima di stratejiya nû ya Amerîkayê de pêdagiriyê li ser kêşeya navikî yan rêkevtina Bercamê dikin, xwe binpêkariyên din ên Komara Îslamî jî hene ku di daxuyaniya Deftera Siyasî ya PDKÎ jî hatine baskirin, bo çi pêdagirî nakin ser van mijaran û fokosa zêdetir li ser pirsa navikî ye?

Bersiv: Diyar e ku bas li ser beşên din jî dike, lê ya girîng û li pêşê bo Amerîka heya niha mesela Bercamê ye, û sedem jî ew e ku Bercam rêxweşker e, û li pêşerojê de dikare mehandina Oranyomê bi armanca çeka etomî dest pê bike, ya ku di vê rêkevtinê de zeq bûye, pirsa çeka etomî ye, renge jiber ku niha hemû dunya ji destê Kureya Bakûr de gîr kirine ku çeka etomî heye û gefan li Amerîka û cîhanê dixwe, lewra ew naxwazin ku Kureyeke din hebe ku destê wê bigihîje çeka etomî, lewra dixwazin rewşeke wisa bi ser de bînin ku lawaz bikin, ku destpêregihîştina bi çeka etomî ye, ya ku di vir de girîng e, û dike kêşeya herî li pêşê ku Îranê çêkiriye, pirsa bidestxistina çeka etomî ye ku hekî bi dest bînin, metirsiya wê bo Amerîka û hevalbendên wê di navçeyê de tê pêş ku yek ji wan Îsraîl e.

Pirs:Di daxuyaniya we de hatiye ku hûn pêşwaziyê ji stratejiya nû ya Amerîkayê dikin ew yek tê çi watayekê, hem pêşwazî û hem jî piştevanî?

Bersiv: Ew tiştên ku rejîma Îranê dike, eva ku hikûmeta nû ya Amerîka bas jê dike, çendîn sal e ku em bas jê dikin, me hawar kiriye ku pêşiya vê rejîma serberedayî bigrin, lê mixabin ku ew cureya hewce girîngî nedane gotinên me, û niha ku ew gotinên me dubare dikin, xwezayî ye ku me pê xweş be, jiber ku derdikeve ku ew jî gihane vê qenaetê ku rejîma Komara Îslamiya Îranê ne tenê bo xelkê Kurd û xelkê Îranê metirsîdar e belkû bo hemû cîhanê zirara wê heye, ew şer û tevdanîkariyên ku hene beşek ji wan vedigerin ser siyaseta destêwerdana Komara Îslamî ya Îranê, wekî min bas jê kir rejîma Îranê dijminê Kurd û azadîxwazên din ên Îranê ye jî, lewra dema ku dijminê me ji aliyê welatekî bihêz ve dikeve jêr tehrîman, derfeteke baştir ji me re tê pêş ku em xebata xwe li dijî vê rejîmê pêşve bibin, lewra xwezayî ye ku em pêşwazî bikin ji van bername û stratejiya Amerîkayê.

Pirs: Xaleke cewherî ya daxuyaniya we ew bû ku xelk li dijî Komara Îslamiya Îranê yek bigrin ku dijminê herî metirsîdar ê Kurd e, û piştî wê jî raya xelkê jî li ser torên civakî ew e ku xelk yekgitina hizban dixwazin. Gelo bersiva we bo vê yekê çi ye?

Bersiv: Rast e ku ji mêj ve ye xelkê Kurdistana Rojhilat daxwazkarê vê ne ku hêzên opozisyonê yek bigrin, û li vê derheqê de me jî ji mêjve hest bi hewcehiya cureyek yekgirtinê digel wan hizban de kiriye, û em kar li ser dikin, û di heyama yek du salên borî de pêngavên baş hatine hilgirtin, ji aliyekî ve digel hevalên berê ku ji me cuda bûne, me gotûbêj hene, û berdewam heyetên me hevdu dibînin, û digel aliyên din jî me karê hevbeş kirine ku bûne sedema lihev nêzîkbûnê. Bê guman ew çavnihêriya xelkê tewaw rast e ku dema em bas ji yekgirtina xelkê dikin, dibe ku em bixwe jî dest pê bikin. PDKÎ di vê derheqê de eva ku li ser milên wê ye, bi hestkirina bi berpirsyariyê ve encam daye, û herçend ku negihane hemû armancên xwe, lê bandoreke baş me hebûye li ser verevandina cureyek ji bedbînî û duberekî û dijminatîkirina yektir, lê ew yek têrê nake, û dibe ku zêdetir jî em hewl bidin.

Pirs: Dawî gotina we bi kurtî çi ye?

Bersiv: Cardin vê rastiyê bo xelkê têkoşer û azadîxwazê Kurd di Kurdistana Rojhilat dubare dikim, digel vê ku her derfetek tê pêş bikarin mifahê jê wergirin, lê nabe ku çaverê bin ku hikûmetên derve bên û Komara Îslamî ji bo me biherifînin yan Komara Îslamî neçar bikin ku mafê me bide, dibe ku em bixwe bibandor bin, û Rojhilat di xebata Rojhilat de, dibe bibe hêzeke bibandor. Da ku kom û komeleyên navneteweyî ên biryarder de hisabê li ser bikin û di guhartinan de me cihek hebe, em heya ku nekarin bibib ew hêz, hekî Komara Îslam lawaz û heya birûxe jî, em nikarin armancên xwe ku azadiya xelkê me ye bi dest bînin, lewra em nabe ji bîr bikin, berî her tiştî hesabê li ser xwe wekî Kurdê Rojhilat bikin, û em hemû bi hevre ji bo vê armancê kar bikin, û ew yek jî karê hizbek yan du hizb yan girûpekê nine, belkû karê me hemiyan e.