Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mistefa Hicrî: Pêşmerge selimand ku hejmoniya Komara Îslamî ne rast e

00:32 - 20 Adar 2017

Kurdistanmedia: Mistefa Hicrî sekreterê giştî ê PDKÎ bi boneya sala nû peyamek belav kir, û di beşeke vê peyamê de hatiye ku eva di sala bê de, bo me girîng e, berdewamiya piştevaniya ji xebata çiya ye, û di heman demê de, dibe em hemû kar li ser vê yekê bikin, ku çawa bajarên Kurdistanê bibin landika sereke ya xebata rizgarîxwaziya gelê me.

Deqa peyamê:

Peyama newrozî ya sekreterê giştî ê PDKÎ

Hevwelatî û Kurdistaniyên xweragir!


Li bereberê newrozê de, û bi boneya hatina saleke nû, em pîrozbahiyê li we dikin, newroz ku êdî dikare hêma û nîşanek be, ji Rasana Rojhilat. Di demeke weha de bû ku sala derbazbûyî ji quntara Qendîlê ve me peyama Rasana Rojhilat bi we ragehand, û me gote we, ku em wekî PDKÎ demsaleke nû ji xebata Rojhilat dest pê dikin. Lê me negote we, ku tenê pêşmerge û PDKÎ ye ku hemû berpirsayetiya vê xebatê digre stûyê xwe, belkû em hemû tevlî qonaxeke din ji jiyana rizgarîxwaziyê di dîroka gelê xwe de dibin.

Diyar e ku peyama me, xwendineke cuda li ser hate kirin, hinek kes ser vê baweriyê bûn ku PDKÎ nikare berbirûyê Komara Îslamî bibe, yan hebûna pêşmerge di nava xelkê de, nikare bersivder be, lê bûyer û berhevdanên li ser vê xebatê, di heyama van du salan de, vê rastiyê nîşan didin ku em, ne ew hêz in ku Komara Îslamî bikare me bixe qedeman, û ne jî xebata me, tenê xebata pêşmerge ye.

Eva ku PDKÎ di newroz derbazbûyî de ragehand, girêdana xebata çiya û bajar bû. Wate xebatek ku tenê girêdayî pêşmerge ve nine, belkû navika wê ya serekî bajar û tevgerên bajarên Rojhilata Kurdistanê ne. Em gihîştine vê baweriyê, ku bi giştî panahiya Rojhilata Kurdistanê di biyavê siyasî, kulturî, civakî û aborî de, guherîn bi ser de hatiye. Guhertinek ku wêneyeke din ji civaka Rojhilat nîşanî me dide.

Bi dirêjahiya dîrokê zêdetirîn giraniya xebatê li ser milê pêşmerge bûye, wate pêşmerge hemû nirxa xebatê li ser milên wî/ê bûye, û xelkê jî wekî rizgarîder, çav lê kiriye. Lê em li ser vê baweriyê ne ku ew şêweya bîrkirinê dibe sedema çavnihêriyê, û bajar û tevgerên wê nikarin rol û şiyanên xwe nîşan bidin.

Lewra baweriya me bi du stûnên vê xebatê hene: Stûnek pêşmerge ye, ku wekî piştevanê xelkê Kurdistanê rola xwe bilîze, û bajar jî bi hebûna pêşmerge hest bi tenêtiyê neke, û ji xebata bo rizgarî û azadiyê berdewam be. Di vir de pêşmerge ew hêz e ku bergiriyê ji tevger û şiyanên xelkê dike, di hemberî serberedayiyên rejîmê de.

Bajar jî ew wargeh dibe, ku dixwaze bibe beşek ji siyasetê di Rojhilata welat de.

Me lewra bi pêşmerge ve dest pê kir, da ku em bi civakê bidin zanîn ku em hene, û ew hebûn tenê diruşm nine, pêşmerge wekî nîşan û xûdîka Kurdbûnê bi we re ye. Pêşmerge wekî destpêk nîşana vê bû ku Rasana Rojhilat karwanek e ku dixwaze bibe rastî, û wê moralê bide civakê, ku dikare şiroveya hebûna xwe bike.

Cangorîtiya pêşmergeyên Rojhilat di heyama van du salan de, dikare gellek mijaran ji me re rohn bike:

Yekem eva ye ku xortên Kurdistanê niha jî tev de be, amade ne ku nirxa rizgarîxwaziya xwe bidin.

Duyem, eva ye ku pêşmerge selimand ku mezinnîşandana Komara Îslamî, mijareke nerast û bê naverok e.

Sêyem, eva ye ku pêşmerge biryar daye digel gel û nîştimana xwe be, û ew yek nîşana stratejiyeke domdirêj e, ne demkî.

Hevdem digel xebata çiya ku pêşmerge nûnertiya wê dike, xebata bajar li cem PDKÎ girîng e, di vê derheqê de herçend ku em di destpêka riyê de ne, lê me civakek zindî heye, ku hewcehiya wê bi rizgarîder nine. Belku hewla me ew e ku em pêkve xebata bajar watedar bikin. Me biryar nedaye ku em bibin çavsaxê we di xebata bajar de, belkû ew panahiya, ya me hemiyan e, û em hemû pêkve hewla watedarkirina wê didin. Xebata bajar ew cih e ku em hemû li wir de yek digrin. Civaka rizgarîxwaziya Rojhilat e ku dibe bibe landika pêkvejiyana siyaset, kultur, û nasnameyên cuda. Ew wargehê ku hem şiyanên Kurdan destnîşan dike, û hem jî egerên avakirina kiyaneke demokratîk bi xwe re rave dike. Ew cihê ku dibe em ji îro şûnda kar jê re bikin. Di encama destanrêsî û qehremantiyên Qereseqel û Kosalanê, komek wêne û nîşan ji Rojhilat serî hildan, ku hemû jî îşareyek bûn bo vê ku xebata çiya kariye peyama xwe bigehîne bajar, di heman demê de, beşdariya xelkê li gora şiyana wan digel xebata çiya, û pêşwazîkirina wan ji bangewaziya PDKÎ di salvegera terorkirina rêberê me yê mezin Dr. Qasimlo nîşan da, ku bajarên Kurdistanê hilgirê nivşeke nû ne, ku dizane çawa deshilata Komara Îslamî bibe jêr pirsyar. Ji aliyekî din ve, awayek ji xweragiriya medenî di bajarên Kurdistanê de serî hilda, ku hemû jî hilgirê peyamekê bûn, ew jî zeqkirina vîn û îradeya civatên xelkê Kurdistanê bû, di hemberî dagîrkeran de. Di heman demê de ji bîra me neçe ku çawa xelkê pêşwazî ji pêşmerge kirin, û di dema hewce de amade bûn ku bi hemû nirxekê alîkarê wan bin.

Eva ku bajar di xebata Rojhilat de girîng e, vedigere ser vê ku li cem me Kurdbûn, tenê wateya pêşmerge û hêza bergirîkirinê nine, belkû wateya vê yekê digehîne ku hekî piraniya xelkê şiyana pêşmergatiyê nînin, lê di şiyana wan de ye, ku di hemberî mafên xwe de berpirsyar û hestiyar bin. Di vir de gihandina vê peyamê ye ku xebat bo rizgarî û xebata neteweyî, wateya veqetiyan ji jiyanê nade, lê di heman demê de, xebatek e ku reh û rîşeya wê di tevegra bajar de ye, û ne mumkin e ku vegeriyan û paşvekêşan tê de hebe, belkû dibe xebatek, ku bo hertim dirêjiyê bide jiyana xwe, îca çi rikeberiyê digel Komara Îslamî bike, yan digel deshilateke din. Di vir de bingehdanîna îradeyê girîng e. Bingehdanîna vê îradeyê ye, ku takê Kurd di her cihek ji jiyana bajar de be, hest pê bike, û bigihîje vê rastiyê, ku jiyan û Kurdbûn mafê wî/ê ye û dikare rojane kar jê re bike. Diyar e heya gihîştina bi vê astê, ku civaka me hilgirê vê şiyanê be, riyeke dûr û direj li pêşiya me ye, lê girîng ew e ku hekî em şiyanên xwe di astên cuda de nas bikin, û lê binêrin ku çi şiyaneke mirovî a bihêz di Rojhila de heye, wê demê em baweriyê bi vê tînin ku dibe em bikevin nava karê hevbeş de, û vê yekê bikin rastî, rastiyek ku di piratîkê de, Rojhilat bike hêzeke bibandor.

Xelkê xweragir ê Kurdistanê!

Niha piştî du salan karkirina hevpar bo girêdana xebata çiya û bajar, em dixwazin rû li we bikin, û bêjin ku Rasana Rojhilat êdî wata û têgeheke (destewajeyeke) biyanî û xerîb nine li cem me hemiyan, belkû mijûl e dibe nasnameyek.

Ew nasnamebûna li asta xebata çiya de cih girtiye, û mijûl e roj bi rojê qahîmtir dibe, lê ji aliyekî din ve, xebata bajar pêwîstî bi awrîdan û bihêzkirinê heye. Ew bihêztirbûn jî bi tek bi tekê civatên xelkê Kurdistanê tê kirin, eva ku li stûyê me ye, selimandina palpiştiya me bixwe ye, wekî pêşmerge û hizb, da ku em bêjne we, ku em we bi tenê cih nahêlin, eva ku bo we jî dimîne, ew e ku hûn berpirsatiyê wergirin derheq jiyan û rizgariya welatê me. Di vê derheqê de, em hevdu tewaw dikin, da ku em bi hev re bibin bingehdanerê civakek rizgar û azad. Ya ku di sala pêşiya me de, ji me re girîng e, berdewamiya piştevaniya xebata çiya ye, û di heman demê de, dibe em hemû kar li ser vê bikin, ku çawa bajarên Kurdistanê bibin landika serekî ya xebata rizgarîxwazane ya gelê me, û em bi vê wate û naverokê ve, derheq newroza sala 1396`an, em pîrozbahiya cejna newrozê dibêjne hemû malbatên şehîdên riya xebata bo rizgariyê, û herwisa pîrozbahiyê li hemû kadr û pêşmerge û alîgirên hizba xwe û ciwanên hişyar û serwext ên Rojhilata kurdistanê, û bi giştî hemû xelkê Kurdistanê dikin, û dibêjin:

Serkeve Rojhilat.