Kurdistanmedia: Mistefa Hicrî sekreterê giştî ê PDKÎ di peyamekê de, bo serkomarê Fransayê êrîşa terorîstî ya li bajarê Nîs şermezar kir.
Deqa peyamê:
Peyama hevderdiyê ya rêzdar Mistefa Hicrî bo rêzdar Franswa Oland
Derheq mehkûmkirina kiryara terorîstî ya şeva 14.07.2016’an li bajarê Nîs
Rêzdar cenabê serkomar!
Li ser navê PDKÎ, em vê kiryara terorîstî û cinayetkarane şermezar dikin, ku şeva 14.07.2016’an û di dema birêvebirina rêûresma cejna neteweyî ya Fransayê li bajarê Nîs de rû da, û bû sedema vê ku aliyê kêm 84 kes jiyana xwe ji dest bidin.
Ew kiryara terorîstî, bêguman kiryarek li dijî mirovahiyê û li dijî aştî û azadiyê ye. Di vê dema dijwar û xembar de, em ku bixwe qurbaniyê terorîzma rejîma Îslamiya Îranê bûne, û niha jî her wisa ye, em xwe mil bi milê netewe û dewleta Fransayê li dijî terorê dizanin, û di vir de, ji kûrahiya dilê xwe ve, sersaxiyê dibêjne qurbaniyên vê cinayeta bisam û dijî mirovî, û hevsoziya xwe ji bo netewe û dewleta Fransayê eşkere dikin.
Tevî rêz û hurmetê
Sekreterê giştî ê PDKÎ
Mistefa Hicrî
15.07.2016