Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mohreyên şewitî yên rejîmê li Urmiyê banghêjiyê bo şanoya hilbijartina rejîmê dikin

11:56 - 13 Hezîran 2021

Hin mohreyên şewitî yên ser bi rejîma Îranê li bajarê Urmiyê, bi belavkirina nameyekê, tevî vê ku netewa Kurd bi qewim binav kirine, banghêjiyê jî bo şanoya hilbijartina rejîmê dikin û daxwazê ji xelkê dikin ku di şanoya hilbijartinê de beşdariyê bikin.

Ev nameye ku ji aliyê hin mohreyên şewitî yên ser bi rejîmê yên wekî, Hakim Memekanî, Şehîn Cehangîrî, Adil Fetahî û Selah Xan`ehmedzade û…hwd ve hatiye wajokirin, daxwaz ji xelkê kirine ku di şanoya hilbijartina rejîmê de beşdariyê bikin.

Wan bikirêgirtiyên rejîmê bi awayekî eşkere banghêjiyê bo Celad û bikujê hezaran xortên Kurd, “Îbrahîm Reîsî” kirine û dane zanîn ev dikare li dijî gendeliyê û rantiyê bisekîne.

Eva jî di halekê de ye ku Îbrahîm Reîsî berbijêrê Serkomarê wê dewreya rejîmê di sala 1367ê ya Rojî de, hezaran lawên Îranê û nemaze yên Kurdistanê di girtîgehan de îdam kir.

Wajokerên wê nameyê di halekê de banghêjiyê bo şanoya hilbijartina rejîmê dikin, ku xwe çendîn caran bo meclisa rejîmê berbijêr kiribûn, lê deng neanîn û wan kesane rewatiya xwe li cem xelkê ji dest daye û xelkê Kurdistanê bi fêl û lêbê wan nayêne xapandin.