Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Muhemed Sidîq Kebûdvend bi danîna barimtê jibo çar rojan serbest hate berdan

13:47 - 23 Kanûna pêşîn 2012

Kurdistanmedia: Berpirsê Rêkxistina Mafê Mirov li Kurdistanê, bi danîna700 milyon timen, barimtê karî jibo çar rojan serdana malbata xwe bike.

Ligorî rapora malpera Kurdistanmedia: Muhemed Sidîq Kebûdvend çalakvanê Mafê Mirov paş şeş sal zîndanê, bi hevl û tekuşîna malbata xwe karîn bo çar rojan îzna hatine der li zîndanê wergirin û niha navhatî li mala xwe de ye..

Muhemed Sidîq Kebûdvend berwar 12’ê Gulan a 2012’an, seba rewşekî xirab li zîndanê û nadana mirexesî yê bo dîtina kurê xwe yê nexweş, dest da gireva bircîbûnê ku piştî çar rojan û li ser daxwaza berpirsyarê gitîgehê û serdozgerî a Tehranê ku regehandibû, eger gireva birçîbûnê bişkîne emê daxwazî vî bi ecibînin.piştî soza karbidestê rejîmê û zexta cîhana derve, navbirî dawî bi gireva birçîbûna xwe anî.

Piştî derbaz bûna heftiyekê ji şikandina gireva birçîbûnê, daxwaza vî nehate ecibandin û dîsan di roja 28’ê Gulanê de gireva birçîbûna xwe dest pêkir.

Kekbûdvend di sala 2003’an belavoka “Peyam Merdum” bi du zimanên Kurdî û Farsî li Tehran û Rojhilatê Kurdistanê belav kir û di sala 2005’an jî Saziya Mafên Mırovan a Kurdistanê ava kir.

Mihemedsidîq Kebûdvend sala derbasbûyî çendîn xelatên navnetewî ên mafên mirovan û rojnamevanî wergirtin û li sala 2009’an de jî di rê û resma xelata çapemenî a Birîtanyayê de wek ronamevanê navnetewî yê sallê hat hilbijartin.