Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mursî: Dema guhertina desthilatê di Sûriyê de hatiye

22:09 - 5 Îlon 2012

Kurdistanmedia: Mihemed Mursî, Serokkomarê Misrê ji bo pirsa Sûriyê got: Heya dem maye gerek Beşar Esed dev ji desthilartê berde û rejîma Sûriyê ne cihê reformê ye.


Mihemed Mursî Serokkomarê Misrê ragihandiye ku di rejîma Sûriyê de reform nayên pêkanîn û dema guhertina desthilatê di wî welatî de hatiye. Mursî got ku hebûna Beşar Esed di desthilatê dewam nake û heya derfet heye gerek ji desthilatê vekşe.
Serokomarê Misrê herweha got ku birryarên dirust gerek di dema xwe de bihên dayîn. Di vê derheqê de amaje kir ku ger birrayrên dirust jî bihên dayîn, lê di dema dirust de nebin, fayda wê tune. Navbirî got ku dema guhertina desthilatê di Sûriyê de hatiye û gerek Beşar Esed dev ji desthilatê berde.
Mursî herweha got ku gerek Beşar Esed ji bûyerên deverê waneyan wergire û çarenivîsa Qezafî bîne bîra xwe û heya dem heye desthilatê bicih bihêle.